Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Êzingên zeytûnên Efrînê li Idlibê tên firotin

Ji aliyê RÛDAW 13-10-2018
Xelkê Idlibê xwe li ber êzingên Efrînê germ dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav bajarê Idlibê û gundên derdorê, êzingên darên zeytûnan ên Efrînê tên firotin.

 

Bazirganek dibêje ev dar li Efrînê têne qutkirin û taybet ji wan re têne şandin, daku ew jî di demsala zivistanî de bifroşin welatiyên Idlibê.

 

Xelkê Efrînê jî nerazîbûna xwe li hember birîna darên zeytûnan tînin ziman û  dibêjin, ew dar çavkaniya jiyana wan e û daxwazê dikin, ku mal, jiyan û zeytûnên wan bêne parastin.

 

Li Idlibê xwepêşandanek hate sazkirin û daxwaza parastina maf, rûmet û jiyana tevahiya welatiyên Sûriyên tê kirin, her li nav parêzgeha Idlibê, darên zetûnan yê Efrînê, ku di vê dema dawiyê de ji aliyê çekdaran hatine qutkirin, li bajarê Idlibê û navçeyên wê tên firotin.

 

Bazirganekî êzingan dibêje, li Efrînê dar ji me re tên jêkirin, daku li Idlibê bêne firoştin.

 

Bazirganê ji Idlibê wiha got: “Êzingên darên zeytûnan ji me re ji Efrînê tê, daran qut dikin û ji me re dişînin. Çavkaniyeke din jî heye, ew jî çiyayên Turkmenan, ku gelek kes ji ber şer koçber bûne û berê xwe dane wê deverê, û dest bi qutkirina daran kirine.”

 

Êdî xelkê Idlibê xwe li ber êzingên Efrînê germ dikin, bazirganekî Idlibî dibêje, ev dar ji mazotê baştir in, him erazntir him jî xwegerimkirina li ber van daran ji sobeyên din xweştir e.

 

Bazirganekî din jî anî ziman: “Benzîn û gaz di nav mazotê de heye, gelekî metirsîdar e, lê ev dar ji mazotê baştir in, ji bo welatiyan baş û erzan in.”

 

Li her navçeyeke Sûriyê xelk gazinan ji rewşa xerab dikin, xelkê Efrînê gazinan ji destgirtina bi ser mal û milkên xwe ji aliyê çekdaran dikin, ev xortê nûhatî jî li Idlibê komek ji êzingên ku ji Efrînê hatin Idlib, li pişta motorê xwe girê dide û berê xwe dide zivinstanekê, ku ti kes nizane dê li ber kîjan agirî bêne germkirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.437 seconds