Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Banga Şamê bo Efrînê: Bibin yek û şer bikin!

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Feysel Mîqdad
Feysel Mîqdad

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad li ser operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê diyar kir ku divê Ereb û Kurd bibin yek û li hember hêzên Tirkiyê li ber xwe bidin.

 

Feysel Mîqdad îro di cîvîneke çapemeniyê de got ku Amerîka hewl dide şerê li Sûriyê dirêj bike û ev siyaset dibe sedema wê yekê ku bêhtir sivîl canê xwe ji dest bidin.

 

Li ser operasyona Tirkiyê ya ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî Feysel Mîqdad diyar kir: “Divê li bakurê Sûriyê Ereb û Kurd bibin yek û li dijî hêzên Tirkiyê şer bikin.”

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha hişyarî da welatên rojavayî daku li Sûriyê êrîşên esmanî pêk neynin.

 

Feysel Mîqdad da zanîn, balefirên ku dê qada esmanî ya Sûriyê binpê bikin, dê werin xistin û got: “Artêş dê her balefireke şer ê ku êrîşî Sûriyê bike, dê bixîne xwarê û ev gefeke vala jî nîne.”

 

Ji roja 20ê Çileya bihorî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê "Operasyona Çiqla Zeytûnê" lê kiriye.

 

Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Cindirês û navenda bajarê Efrînê pêk tê.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.625 seconds