Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

HSDê derdora Baxozê dorpêç kiriye

Ji aliyê Vîviyan Fetah 14-3-2019
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji aliyê rojava ve derbasî nav kampa DAIŞê bûne

Baxoz (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji aliyê rojava ve derbasî nav kampa DAIŞê bûne û hewl didin tevahiya kampê kontrol bikin. Her bi vê mebestê şerê giran li wê deverê birêve diçe û çekdarên DAIŞê berevaniyê dikin.

 

Şervanekî HSDê ji Rûdawê re diyar kir: “Em hêdî hêdî pêşve diçin, ne ji ber zarokên wan bûya, em dê berî niha operasyona xwe xilas bikira, ji xwe gelek nemaye, hejmara wan jî ne xuya ye çi qas e, lê hejmarek hindik li hundir maye. Em bi şev carinan dimeşin, bi şev liv û tevgerên çeteyan hene, em bi şev hêdî hêdî dimeşin, him ji bo hevalên me şehîd nebin û birîndar nebin, him jî zirar negihîje sivîl û zarokan.”

 

Ji serê sibê ve heta derengê şevê pêgeha dawî ya DAIŞê ya li rojhilatê Feratê tê bombebarankirin. Tevî ku ew kesên mane kesên şerker in, lê ji ber dijwariya şer, duh 300 endamên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.

 

Şervanekî ji Rûdawê re eşkere kir: “DAIŞ dorpêçkirî ye, tenê li vê deverê kîlometreyek maye û dê bi dawî were. Di nav çend rojan de dê bi dawî bibe. Gelek nemaye. Em dê DAIŞê ji nav bibin. Hûn dibînin şer çawa ye, îro sibe yan dusibe înşallah DAIŞ bi dawî tê. Em ê welat rizgar bikin. Înşallah welat dê bi xêr silamet be.”

 

Ev jî di demekê de ye ku ev heyama sê mehan e qonaxa dawî ji operasyona pêgeha dawî ya DAIŞê li rojhilatê çemê Feratê berdewam e. Lê niha ew operasyon, bi tundtirîn şêwaz birêve diçe û tê pêşbînîkirin di heyama çend rojên bê de mijara şerê DAIŞê yekalî bibe.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Baxoz, Rûdawa Rojava, HSD, DAIŞ
735 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.296 seconds