Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Esed: Eger proseya siyasî bisernekeve, em dê hêzê bi kar bînin

Ji aliyê RÛDAW 14-6-2018
Serokomarê Sûriyê, Beşar Esed.
Serokomarê Sûriyê, Beşar Esed.

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Sûriyê, Beşar Esed ji kenaleke Îranî re got, eger proseya siyasî biser nekeve, ji bo vegerandina navçeyan, ew dê hêzê bi kar bîne.

 

Di hevpeyvînekê de li gel kanala Alalam a îranî, Beşar Esed got, “hikûmeta Sûriyê hejmoniya Amerîkayê li Sûriyê qebûl nake û tekez kir, heft sal in ku ew ji bo parastina serxwebûna Sûriyê şer dikin.”

 

Esed herwiha gotiye: “Em ji yekîtiya axa Sûriyê danakevin.”

Serokomarê Sûriyê daye xuyakirin, niha wan berê xwe daye başûrê Sûriyê û ew dixwazin piroseya siyasî biser keve, lê eger proseya siyasî biser neket, ew neçarin ku hêzê bi kar bînin.

 

Derbarê pêwendiyên navbera Sûriyê û Îranê de, Beşar Esed dibêje: “Pêwendiyên Sûriyê û Îranê stratejîk in, û li ser hebûna wan li başûr û bakurê welat danûstandin nayê kirin.”

 

Esed herwiha opozisyona Sûriyê bi celad û terorîst bi nav kiriye û gotiye, ti kesî pêwendî li gel wan nîne. Esed tekezî li ser wê yekê jî kiriye, ku bereya dijî terorê, dê di jinavbirina terorê de li navçeyê berdewam be.

 

Bi gotina Beşar Esed, derbarê meseleya başûrê Sûriyê û bicihbûna hêzên ser bi hikûmata wî welatî li wan deveran, pêwnediyeke berdewam di navbera Rûsya û Amerîka û Îsraîlê de heye.

 

Esed wiha axivî:

 

“Ji bo Amerîka tenê yek bîr û bawerî heye, yek nirx ji bo her pirsekê li her cihekî daniye, ew jî serdestiya temem e, bê guman ew yek ji aliyê me ve nayê qebolkirin. Me 7 salan şer kiriye, ne ji bo ku em serxwebûn û serwirya Sûriyê ji dest bidin, Sûriye û xaka wê ji bo sûriyan e.

 

Bi taybetî ji bo pirsa Îranê divê em zelal û eşkere bin ku peywendiyên Sûriyê û Îran stratîjî ne, û hebûna Îranê li başûr û bakurê Sûriyê danûstandin li ser nabe, ev peywendiyên me bi garantî ne, herwiha encamên wê niha li ser erdê hene û di paşrojê de jî dê encamên wê diyar bibin, ji ber vê yekê ev ne mijara ku li bazarên navdewletî nirxê wê bê danîn

 

Peywendiyên berdewam di navbera Rûsya ji aliyekê û Amerîka û Îsaraîlê ji aliyekî din ve heye, bê guman ew ne li gel terorîstan e, ew celad in, peywendiya kesî li gel wan nîne, eger tu bi nameyekê jî nêzîkî wan bibe te dikuj in, hewl hebûn ji bo aştiyê lê destwerdana Amerîka û Îsraîl bûne rêgir.” 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.578 seconds