Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Amir Şûrîn, ku dikeve bakurê rojhilatê parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, ji ber egera êrîşa hikûmeta Sûriyê bo ser Idlibê, tirseke zêde li nav niştecihên wî bajarokî belav bûye.
Uzeyf Şehd ku niştecihê bajarokê Amir Şûrîn e, ji tirsa bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, dest bi çêkirina meskeyan bo xwe û malbata xwe kiriye.
Uzeyf Şehd dibêje: “Em çendîn gefan ji aliyê Rûsya û rejîmê ve dibihîzin ku dibêjin, ew dê çekên kîmyayî bi kar bînin. Ji ber vê yekê divê em van maskeyan çêkin daku bikaribin zarok û malbata xwe biparêzin. Herwiha wek tedbîreke berevaniyê bikar bînin.”
Şehd bi rêya Youtubeê fêrî çêkirina vê maskeyê bûye. Maske ji pembû, qedeha kartonî û naylonê çêkiriye, bi rêya wê mirov dikare bêhna xwe berde û hevdem mirovan ji jehrîbûnê rizgar bike.
Uzeyf Şehd dibêje: “Ji Youtubeê fêr bûm, maske ji qedeha kartonî, pembû, komira xwezayî û naylonê tê çêkirin. Armanc jî parastina dev û çav, hevdem dikarî bi rê de behna xwe berdî.”
Hikûmeta Sûriyê amadekariyên destpêkirina operasyona kontrolkirina Idlibê temam kirine û li çend cihan jî êrîş birine ser grûpên çekdar ên wê parêzgehê. Destpêkirina şerê navbera hikûmet û grûpên çekdar jî tirseke zêde li ba xelkê Idlibê çêkiriye. Tirsa herî zêde jî di şer de bikaranîna çekên kîmyayî ye.