Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Plana Rûsya-Tirkiye-Îranê bo Idlibê

Ji aliyê RÛDAW 17-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li Astana li ser pilanekê ji bo damezirandina Herêma Aram li Idlibê û derdora wê rêkevtin hatiye kirin. Li gorî wê planê, ew herêm li ser 3ê deveran hatiye dabeşkirin.

 

Hersê dewletên garantor Rûsya, Tirkiyê û Îranê rêkevtina Astana 6 ya derbarê pêkanîna herêmên bê şer an deverên aram îmza kirin.

 

Rêkevtina Astana 6 di derbarê deverên kêm şer li Sûriyê de, ne ji aliyê hikûmeta Sûriyê û ne jî ji aliyê opozisyona wî welatî ve nehate îmzakirin.

 

Bi gotina çavdêran, herd u şandeyên hikûmet û opozisyonê cesaret nekirine, ku li ser rêkeftina navhatî îmze bikin, li gorî çavdêran tirsa hikûmetê heye bi rêya rêkevtina Astana Sûriyê were dabeşkirin, û tirsa opozisyonê ew e ku bi rêya rêkevtinê şoreş û armancên gelê Sûriyê bi dawî bibin.

 

Di vê vîdeo Wallê de behsa hûrgiliyên wê planê tê kirin.

 

Li gorî plane Idlib û derdora wê li ser 3 deveran tê dabeş kirin.

 

Devera Yekem: Li başûrê xeta tirênê di navbera Heleb û Laziqiyê de dibe, ew dever bê çek dibe û Rûsya serperştiya wê dike.

 

Devera Duyem: Di navbera xeta tirênê û rêya sereke ya di navbera Heleb û Cisir El-Şixûr de dibe, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam tê de têne dorpêç kirin.

 

Devera Sêyem: Li bakurê Rêya sereke heta sînorê Tirkiyê dibe, rûbarê wê deverê nêzîkê 5 hezar kîlometrên çargoşe ye, Tirkiyê bi 25,000 serbaz û çekdarên Opozisyonê ji 2 mîhweran ve derbas dibe Cisir El-Şixûr û Darêt Izê.

 

Herwiha li gorî rêkevtina Astana daxwaz ji Heyet Tehrîr El-Şam tê kirin, yan rêxistina xwe hilweşîne yan ew dê bi şer were jinavbirin.

 

Tirkiyê bi vî şêweyî, dikeve navbera Efrîn û Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê û rê li pêş Hêzên Sûriyeya Demokratîk digire, ku ber bi rojavayê Sûriyê ve pêş ve biçe.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 13 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 16 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.406 seconds