Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

ÎDÎA – Firokeyên Amerîkayê 40 sivîl kuştin!

Ji aliyê RÛDAW 18-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

Navenda Nûçeyan – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) daxuyakirin ku balafrên wan ên şer li gundekî rojavayê Helebê êrîşî ser navendeke çekdarên El-Qaîde kirne. Lê xelkê wê deverê jî dibêjn di êrîşê de nêzîkî 40 welatiyên sivîl hatne kuştin.

 

Şeva Pêncişemê (16-03-2017) balafrên bê pîlot ên Artêşa Amerîkayê gundê El-Cîne ya li rojavayê Helebê bordûman kirin.

 

Berdevkê Hêzên Navendî yê Amerîkayê CENTCOMê John J. Thomas raghand, ku balafrên wan navendeke civîna çekdarên El-Qaîde kirine armanc û di encamê de bi dehan çekdar hatine kuştin.

 

Lê xelkê gundê El-Cîne û rojnamevanên xwecihî, dîmenên piştî êrîşê belav kirine, ku têde derdikeve mizgeftek ketiye ber wê êrîşê û li gor çavkaniyên deverê nêzîkî 40 welatiyên sivîl hatine kuştin.

 

John J. Thomas ev yek jî anî ziman, ku ti agahî li ber destê wan de nînin ku di wê êrîşê de welatiyên sivîl hatibin kuştin.

 

Gundê El-Cîne di bin kontrola çekdarên Bereya Nûsrayê de yei ku niha navê Desteya Rizgarkirina Şamê li xwe dike.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran | 2017-03-19 11:38:18 AM
Bi kort û kurmanc, ev gotinên te kirîn li ser Partên Silêmanîyê, di hemu waranda rastin û li cihê xwene,bi taybetî li ser pirsa serxwebunê. Ne Bexda,...
Bernas | 2017-03-22 10:15:44 PM
Ger ew ne di nav de ne, ma keremkin bibéjin, ka GORAN ú YNK/Hero bibjin, ew li kijan alín e ? Tér nake, ku mírov bibéje, dewleta Kurd ji ya saddam...
Gelo Silêmanî dê di nav “Dewleta Barzanî” de be?
| 19-3-2017 | (4)
Bila seré xwe li Diwaran bixin | 2017-03-20 10:15:35 PM
Bila herin seré xwe li diwar u zinara bixin.. anji bila xwe intixar bikin. Her ti$t bi daxwaza Bexdayé u Enqeré nabe!!!
Mehemede Kurdi | 2017-03-22 1:06:02 PM
çi zu bîr dikin berê li ew bajarê ji sedî şest Kurd rudiniştin, piştî saddam Kurda Kuşt u qewirand wira ket vî halê. Gava Kurd dihat Kuştin tu dewlet...
KERKÛK - Bexda li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê derket
| 20-3-2017 | (4)
Roşev Sitav | 2017-03-21 8:12:44 PM
Aa çi xa$.. Rastî jî kêfa merîyan tê.
Erdogan bi kurmancî, zazakî û soranî Newroz pîroz kir
| 21-3-2017 | (1)
Baran B | 2017-03-21 8:09:08 PM
Dijminên dêmokratîyê, wate komunîst û faşîtên ko Rojava dagirkirî ye bila bo xwe dersa ji dîrokê werbigirin. Bila bizanin ka çewsîsko, Mîlosîvîç,...
Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn
| 21-3-2017 | (1)
0.296 seconds