Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

YPGê li ser operasyona Reqayê dem diyar kir

Ji aliyê RÛDAW 18-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

 

Navenda Nûçeyan – Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand, operasyona rizgarkirina Reqayê, dê meha Nîsanê de dest pê bike.


Li gor nûçeyên çapemeniya Brîtanyayê, Sîpan Hemo diyar kiriye ku ew dê beşdarî operasyona Reqayê bibin û gotiye: “Operasyona rizgarkirina Reqayê û mijara êrîşbirinê tekez bû. Operasyona leşkerî dê di meha Nîsanê de dest pê bike.”


Sîpan Hemo destnîşan kiriye, ku YPG bi Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) re operasyon dê bidin destpêkirin û gotiye: “Hêzên ku dê têkevin Reqayê, ji sedî 25 ji YPGê dê pêk bê.”


Herwiha Hemo aşkera kir, armanca YPGê ne serxwebûn e, armanca wê ew e ku piştî şer li ser danûstanên “otonomiya herêmî” biaxivin û got: “Em dixwazin mafên kurdên Sûriyê, him ji aliyê yasa û him jî  destûrê ve têkevin bin garantiyê.”


Pentagon: Hêj biryar nehatiye dayîn


Berdevkê Wezareta  Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû, li ser operasyona Reqayê biryara dawî  hêj nehatiye dayîn.


Berdevkê Hêza Hevpar a Operasyona Biryardariya Siruştî John L. Dorrian diyar kiribû ku YPG dê beşdarî operasyonan bibe.


Herwiha Dorrian amaje bi yekê kiribû ku  li ser rola Tirkiyê jî hevdîtin hêj berdewam in.


Di navber Tirkiye û Amerîkayê  de aloziya YPGê


Tirkiye YPGê weke “rêxistineke terorî” dibîne, lê  li Amerîkayê jî gelek rayedar wisa nafikire.


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gelek caran bi bertekên tund li dijî vê helwesta Amerîkayê axivîbû.


Paytexta defakto ya DAIŞê Reqa, ji sala 2013an ve di destê  DAIŞê de ye.

Nîşankirin :
670 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
Rastgo | 2017-08-11 4:39:02 PM
Komelgeha serxwebûna xwe dabîn neke, nikare geshbûna xwe destbixe.Tenya dewletbûn dikare rêya geshbûna komelgehî û hemû pêkhatên Kurdistanî...
Baran B | 2017-08-12 6:11:31 PM
Gelê Kurd u damodezga û desthelata kurd bo pirsa giştpirsîyê nabe guhê xwe bidet şîretên çi welatan,çi hêzan çi kesan û nek her guhê xwe nedene...
Tillerson daxwaza paşxistina referandumê kir, Barzanî razî nebû!
| 11-8-2017 | (3)
Bernas | 2017-08-12 5:02:24 PM
Bona helweste xwe ye "nayenî" li beheneyan digerin. Gorbaçow got. " Kî dereng me, dîrok wî efû nake". Hevalbendên neyarê Kurd yê bi navî Malîkî xwe...
Goran daxwaz dike ku giştpirsî were paşxistin
| 12-8-2017 | (1)
lolozano | 2017-08-12 4:35:34 PM
Li gorî,daxweza Tevgera Gorranê,Herêm di rewşeka aloz de derbaz dibet.Merema min Doza ku qedera Miletê Kurd li xwe digre,Gorran bi Nanê jîyaneka xweş...
Tevgera Goran biryar da li gel PDKê bicive
| 12-8-2017 | (1)
0.156 seconds