Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Rûsya di operasyona Dêrezorê de roleke mezin dilîze

Ji aliyê 18-9-2017
Operasyona Dêrezorê

Navenda Nûçeyan – Dêrezor yek ji parêzgeha giring a Sûriyê ye, ku di destê DAIŞê de ye. Hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya hevpeymanên xwe û bi taybetî jî Rûsyayê, dorpêça ser bajêr şkînand û herwiha, çend rêyeke sereke ya navçeyên din jî kontrol kir.

 

Ev pêşveçûna Artêşa Sûriyê di demekê de ye, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji aliyê bakûrê Dêrezorê ve dest bi operasyona “Bahoza Cizîrê” kiriye û xwe nêzîkî bajêr dike. Lê di dema vê operasyonê de firokeyên Rûsya û Sûriyê, baregahên HSDê bombebaran kirin, ku ev yek jî dihate wateya hişyariyê.

 

Helîkopterên leşkerî yên Rûsyayê bi ser esmanê biyaban û çolistanên Tedmûr û Dêrezorê dizivirin da ku nehêlin ti hevkariyek ji bo DAIŞê were.  

 

Artêşa Rûsyayê di operasyona Dêrezorê de rolekî giring dilîze. Niha serbazên rûs li kolanên Dêrezorê tên dîtin. Ew tenê di şer û pevçûnan de alîkarî nadin Artêşa Sûriyê, di heman demê de alîkariya mirovî û tendurustî jî pêşkeşî kesên sivîl dikin.

 

Nîşecihê Dêrezorê Reşîd Îsgar dibêje: “Di dema dorpêça ser Dêrezorê de jiyan pir zehmet bû. Niha Artêşa Rûsyayê alîkariya mirovî ji bo me dabîn dike. Pêwîstiyên me yên sereke dane me. Her diçe rewş baştir dibe.”

 

Şkînandina dorpêçê bandoreke mezin li jiyana xelkê bajêr kiriye. Lê hê jî şerê giran maye. Leşkerên Sûriyê dibêjin, ew dê di vî şerî de serkeftinê bidest bixin. Bi tevê vê jî dibêjin, şerê DAIŞê giran e.

 

Leşkerê bi navê Zekerya Razî dibêje: “Şerê DAIŞê giran e. em çûne nava gundekî ku di destê DAIŞê de bû. Em 8 leşker û fermandarek bûn. DAIŞê dest bi êrîşê kir. Me xwe li pişta otomobîlê veşart. Lê du ji me hatine kuştin û ez jî birîndar bûm.”

 

Medyaya hikûmeta Sûriyê dide zanîn, ku artêş û hêzên hevpeymanên wî, ji rojavayê Dêrezorê ve pêşve diçin. Ji rexê din ve jî HSD xwe nêzîkî bajêr dike.

 

532 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.203 seconds