Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Artêşa Azad a Sûriyê li ser talankirina Efrînê fermanek derxist

Ji aliyê RÛDAW 19-3-2018
Kekdarên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li nav Efrînê tiştên xelkê sivîl didizin. wêne. AFP.
Kekdarên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li nav Efrînê tiştên xelkê sivîl didizin. wêne. AFP.

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Azad a Sûrî, Firqeya Pêncem, Lîwayê Sultan Silêman Şah, fermaneke Îdarî ragihand.

 

Di vê fermanê de hatiye ku qedexe ye li ser endamên Lîwayê Sultan Silêman Şah ku bi bêyî rêdaneke fermî ya pêşwext û îmzekirî derbasî bajarê Efrînê bibin.

 

Serokerkaniya Giştî ya Wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Demkî ya Sûrî de, daxuyaniyek arasteyî hêz û yekîneyên artêşa bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî yan Artêşa Azad a Sûriyê kir.

 

 Di vê daxuyaniyê de hatiye ku divê jiyan û mal û milkên sivîlan û dezgehên giştî bêne parastin û rêzgirtin ji taybetmendiya pêkhateyan re bê kirin, herwiha dîmenên çekdar li nav bajarê Efrînê nemînin û kelûpelên ku hatine dizîn ji xwediyên wan re bêne vegerandin.

 

 

Derbarê dizî û talaniya ku li Efrînê jî hate kirin, rêveberê Polîtbîroya Lîwayê Muitesim Mistefa Sîcerî jî, di twîteke xwe de ragihandiye ku tiştê li Efrînê bûye, tawaneke ku hinek çete, li bin navê Aertşa Azad, pê rabûne, lê ew bi xwe ne ji bo şer, lê ji bo dizî û talanê hatine.

 

Ev ferman û daxuyanî, piştî wê yekê hatine ragihandin, ku dîmenên talankirin û diziyê li nav Efrînê hatin belavkirin. Di wan dîmenan de tê xuyakirin, ku çekdarên Artêşa Azad mal û milkên welatiyên sivîl talan dikin.

 

Roja Yekşemî 18ê Adara 2018ê hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên opozisyona Sûriyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr piştî 58 rojan şer û pevçûnan ragihandin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

1.094 seconds