Wezîrê Sûriyê: Ji bo referandûma Kurdistanê dem ne guncayî ye

19-06-2017
DİLXWAZ BEHLEWÎ
Nîşan Wezîr Aştiya Civakî Sûriye Elî Heyder Referandûm Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Aştiya Civakî yê Sûriyê Elî Heyder nêrîna welatê xwe ya derbarê daxwaza cihêbûna Başûrê Kurdistanê ya ji Iraqê eşkere kir û got, ku ew naxwain Kurdistan ji Iraqê cihê bibe. Heyder dibêje, ji bo referandûmê jî dem ne guncayî ye.

 

Roja 6ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û biryar hate dayîn roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo diyarkirina çarenivîsa Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

 

Piştî ragihandina vê biryarê, di asta herêmê û navdewletî de karvedanên cuda pêşketin.  

 

Cîranên Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Îran û Iraqê helwesta xwe ya li hember referandûmê ragihandin lê hikûmeta Sûriyê bi awayeke fermî hê jî helwesta xwe ranegihandiye.

 

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Aştiya Civakî yê Sûriyê Elî Heyder ji Rûdawê re ragihand: “Weke prensîb, li gorî rêkeftinên navdewletî, mafê hemû gelan heye biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin. Lê her welatek jî xwedan şert û mercên taybet e.”

 

Elî Heyder got: “Di nav van şert û mercan de dema referandûmê ne guncayî ye. Iraq û Herêma Kurdistanê di nava rewşa şer de ne, divê karê pêşîn têkbirina terorê be. Bi teybetî jî divê ji bo têkbirina DAIŞê kar bikin, ku îro ev rêxistin bûye nûnerê terora cîhanê.

 

Bi nêrîna Wezîrê sûriyeyî, rijdbûna li ser referandûmê dê bibe sepandina rewşeke neçarî. Lê îro nebe jî di paşerojê de dikare encamên referandûmê werin cîbicîkirin.

 

Herwiha Elî Heyder diyar, ku eger referandûm were kirin divê li seranserê Iraqê were kirin da ku hemû Iraqî beşdar bibin û mijar jî nebe mijara parçekirina Iraqê.

 

Wezîrê Aştiya Civakî yê Sûriyê tekez kir, ku Iraq xwediyê destûreke federalî ye, biryarênb tên dayîn divê di çarçoveya destûrê de bin û got: “Em bi hezaran sal e li gel kurdan li ser van axan bi hevre dijîn. çarenivîsa me yek e. Hemû senaryoyên bi emir waqi’î tên kirin, detwerdanên derve ne. armanca wan parçekirina herêmê ye. Di dîrokê de kurdan selmandiye, ku li herêmê xwedan roleke berçav in. hemû mafên wan hene û pêwîste di çarçoveya peymaneke nû ya civakî de mafên wan werin parastin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst