Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Rêveberiya Xweser tevlîbûna YPG û HSDê bo nav artêşa Sûriyê bi dûr nabîne

Ji aliyê RÛDAW 20-8-2018
Şervanên YPG

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê dibêjin, gotegotek heye ku eger guhertinek di hikûmeta siberojê ya Sûriyê de çêbû, dibe Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevlî artêşa Sûriyê bibin.

 

Danûstandinên di navbera Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Sûriyê û herwiha Rûsyayê de berdewam in. Hate gotin, ku îro şandeke MSDê çû navenda leşkerî ya Himêmîm a Rûsyayê daku bi rayedarên Rûsyayê re bicive.

 

Li aliyekê din gotegotên li ser siberoja Sûriyê û hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

 

Rêveberiya Xweser jî îsrar dike ku deverên di bin kontrola xwe de, bi tevê deverên yên petrolê yên ji destê DAIŞê hatine derxistin, dê ji dest xwe bernedin û teslîmî hikûmeta Sûriyê nekin.

 

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed amaje bi wê yekê dike, dema derbarê hikûmeta siberojê ya Sûriyê de lihevkirin çêbibe, dibe ku HSD tevlî artêşa Sûriyê bibe û tekez dike ku deverên petrolê yên Cezîrê û rojhilatê Firatê dê di destê YPGê de bimînin heta ku kirîza Sûriyê çareser bibe.

 

Li gorî hikûmeta Sûriyê jî piştî pêkanîna Sûriyeke nû YPG-HSD dê tevlî artêşa welat bibin.

 

Çavkaniyên peywendîdar dibêjin şanda MSDê du caran serdana Şama paytext kiriye, cara yekem gotûbêj li ser dosya ewlekarî û xizmetguzariyê bûye lê cara duyem derbarê dosya leşkerî û siyasî de bûye, ku herdu pirsên nanavendî û destûra nû hatine gotûbêj kirin.

 

Tê gotin Şamê  ji şanda MSDê daxwaz kiriye beşdarî hilbijatina rêveberiyên xwecihî yên hikûmeta Sûriyê ya meha bê de bikin. Herwiha tê gotin ku hevdîtin ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed jî hatiye kirin.

 

Li gorî medya Rûsyayê piştî serdana şanda MSDê nakokî di navbera wan û Amerîkayê de derketine. Medya Rûsyayê dibêje; “derbarê çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê de pişta Kurdên Sûriyê ji Amerîkayê neraste, lewra Rûsya dixwaze wan bi ber xwe ve bîne, daku pirsa Kurdî li Sûriyê li gor nerîna xwe çareser bike.”

 

Hin çavkaniyên peywendîdar jî dibêjin bi ti awayî HSD-YPG tevlî artêşa Sûriyê nabin, tenê dê deverên ku ji dest DAIŞê rizgar kirine biparêzin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : HSD, YPG, Rojava, Şam, Sûriye
723 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.406 seconds