Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Beşar Esed li dijî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê derket

Ji aliyê RÛDAW 21-1-2018
Civîna Serokê Sûriyê Beşar Esed li gel şandeke Îranê li Şamê.

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, ku êrişa Tirkiyê li ser herêma Efrînê beşek e ji wê siyaseta Enqerê ku her ji yekem roja krîza Sûriyê ve piştevaniya komên terorîst û terora li nav Sûriyê kiriye.

 

Li Şamê Serokê Sûriyê Beşar Esed pêşwazî li Serokê Encûmena Stratejîk a Têkiliyên Derve ya Komara Îslmaiya Îranê Kemal Xerazî kir.

 

Di wê civînê de li gorî medyayên fermî yên her du hikûmetên Îran û Sûriyê, Beşar Esed û Kemal Xerazî bi hev re behsa rewşa herî dawî ya li Sûriyê bi giştî û li Efrînê bi taybetî kirin.

 

Beşar Esed di wê hevdîtinê de êrişa hêzên Artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê şermezar kir û tekez kir, ku êrişa Tirkiyê li ser Efrînê berdewamiya heman siyaseta Enqerê ye ku ji destpêka krîza Sûriyê ve li dijî hikûmeta Şamê cîbicî dike.

 

Esed herwiha ew êrişa Tirkiyê y abo ser Efrînê bi “êrişeke dijminkarane” li hember gel û hikûmeta Sûriyê bi nav kir û da xuyakirin, “ji yekem roja derketina krîzê li Sûriyê ve Enqerê piştevanî li terorê û komên terorîstî yên li nav axa Sûriyê kiriye û niha jî bi êrişa bo ser bajarê Efrînê wê siyaseta xwe ya dijminkarane berdewam dike.”

 

Beşar Esed da zanîn, ku destdirêjiya Tirkiyê li ser Efrînê her weke êrîşên grûpên terorîstî bo ser welatiyên Sûriyê ye û ti ferqa wan nîne.

 

Ji aliyeke din ve wezareta Derve ya Îranê ragihand, ew bi dilgiranî çavdêriya rewşa Efrînê dikin, û daxwaz ji Tirkiyê kir ku serweriya Sûriyê binpê neke.

 

Êvariya duh Şemiyê 20ê Çileya 2018an, Artêşa Tirkiyê êrişa xwe bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya operasyona bi anvê Çiqla Zeytûnê dest pê kir.

 

Sererkaniya Artêşa Tirkiyê duh di daxuyaniyekê de got, ku di roja yekem de wan êrişî 153 armancan kiriye ku li gorî daxuyaniyê, ew armanc binke û baregeh, serbazgeh, cebilxane, sitargeh û işkevt, tonêl û cihên manê yên YPGê bûne.

 

Ji aliyê xwe ve jî YPGê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku Artêşa Tirkiyê him bi topxaneyê û him jî bi firokeyên şer êrişî çend deverên ser bi Efrînê kiriye û tekez kir, ku di encama êrişan de 3 şervanên YPGê û YPJê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

 

Herêma Efrînê ji sala 2012an ve di bin kontrola YPGê de ye û Rêvebriya Xweseriya Demokratîk li wê herêmê hatiye ragihandin û yek ji kantonên Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Tirkiye YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye, weke rêxistineke terorîstî bi nav dike û ji ber wê jî operasyona Çiqlê Zeytûnê bo kontrolkirina Efrînê daye destpêkirin, di demekê de ku YPG wê tohmeta Tirkiyê red dike û Amerîka jî di vê bareyê de li dijî nêrîna Tirkiyê ye.

 

Tirkiye dibêje, rê nade ku li ser sînorê wê hêzek hebe ku gefê bo ser ewlehiya netewiya wî welatî çê bike.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.625 seconds