Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Li Reqayê nasnameyên çend terman hatin eşkerekirin

Ji aliyê RÛDAW 23-2-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li Reqaya bakurê Sûriyê endamên Tîma Bersivdana Seretayî, ku ser bi Encûmena Sivîl a wî bajarî ne, gorek nû bi kom ya serdema DAIŞê bi kûrahiya 2 metreyan li devera Fixêxe dîtin. Li gor berpirs û pizîşkên Tîma navborî wan heta niha 3500 term ji wê goristanê derxistine. Tîma Besivdana Seretayî hemû zanyariyan li ser wan terman tomar dike, piştre wan li goristanek din vedişêrin.

 

Ji Tîma Bersivdanê Esad Mihemed dibêje: “Me nêzîkî 7 heta 8 terman radestî xelkê kirine, îro jî me termê Mehmûd Hesen derxist, sibê em dê navê wî di lîsteya komputer de tomar bikin, dibe malbata wî bikaribe wî nas bike, piştre em dê terman li goristanek din veşêrin , eger xelkê qebûl kir em dê radestî wan bikin.

 

Goristana Fixêxe taybet bû bi DAIŞê, lê piştî ku şer dijî wê rêxistinê li Reqayê destpê kir, wan hemû kuştiyên şer di wê goristanê de veşartin, vê yekê jî karê Tîma Bersivdanê aloztir kiriye.

 

Esad Mihemed dibêje: “Ev mezintirîn goristana Rêxistina Dewleta Îslamî bû li Reqayê, ev goristan ya Fixêxe taybet bû bi wê dewletê, dema ku Reqa kontrol dikir, miriyên xwe li vê derê vedişartin, di vê goristanê de sivîl, çekdar, zarok û jin hatine veşartin, hemû pêkhateyên civakê li xwe digire.”

 

Li gor Tîma Bersivdana Seretayî û xelkê deverê, rojane çekdarên DAIŞê kuştî bi kom li Fixêxe vedişartin, herwiha li gor heman çavkaniyan dibe ku rojnamevanê Amerîkî Gems Foly û dîlgirtiya jin a Amerîkî Kayla Moler di wê gora bi kom de hatibin veşartin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Gor, Nasname, Term, Reqa
412 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.359 seconds