Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Şam: Em dikarin ligel Kurdan sistema rêveberiya xweser gotûbêj bikin

Ji aliyê RÛDAW 26-9-2017
Welîd Elmuelim
Welîd Elmuelim

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Elmuelim ragihand ku xwesteka Kurdan derbarê corekî ji rêveberiya xweser cihê danûstandinê ye.

 

Di hevpeyvînekê de ligel kenaleke Rûsî, Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Elmuelim ragihand ku xwesteka Kurdan derbarê corekî ji rêveberiya xweser li Sûriyê cihê danûstandinê ye.

 

Welîd Elmuelim got ku eger ew DAIŞê li Sûriyê têk bibin, dibe ku ew ligel Kurdan rûnin û bigihêjin şêweyekî ji hevtêgihiştinê derbarê paşerojê, di nav de jî sîstema rêveberiya xweser.

 

Elmuelim derbarê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de jî helwesta hikûmeta xwe eşkere kir ku ew dibînin ev giştpirsî ji bo cudabûnê ye û ew vê yekê bi yek carê red dikin.

 

Di çarçoveya axaftina xwe de Elmuelim nîşan bi wê yekê jî da ku hebûna çi hêzê bi bêyî razîbûna hikûmeta Sûrî hebûneke ne rewa ye û nayê qebûlkirin.

 

Tê zanîn ku beşek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaza sîstemeke federal dikin, niha jî sîstema Rêveberiya Xweser li wê derê heye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 10 demjimêr berê | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| 13 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| Duh vî demî 08:49 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.36 seconds