Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Fermandeya HSDê dema bi temamî kontrolkirina Reqayê diyar kir

Ji aliyê RÛDAW 28-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pêşketinên Hêzên Sûriya Demokratîk li nava bajarê Reqa ku weke paytexta DAIŞê tê naskirin, berdewam in.

 

Berdevka operasyonên Reqa Cîhan Şêx Ehmed radigihîne ku wan heta niha ji sedî 80 ya Reqayê kontrol kirine û ewê di kêmtirî mehekê de wî bajarî bi tevahî kontrol bikin.

 

Fermandarên şervanan dibêjin, wan li gelek taxan çekdarên DAIŞê dorpêç kirine û şerê giran li taxên Emîn, Henna, filkeya Neîm, navenda bajar û derdora goristana Hitîn û Stadyoma Eswed û herwiha li rojavayê Reqayê jî şerê giran berdewam in.

 

Berdevka operasyona Reqayê Cîhan Şêx Ehmed wiha got: “Di hefteya derbasbûyî de me li gor pilanên nû serkeftinên mezin bidest xistin. Li navenda bajar me êrîşî ser dijmin kir, bê guman şer dijwar bû, me karîbû ji aliyê bakurê rojhilat, li aliyê firqeya 17an em pêşde çûn, û em derbasî navenda bajar bûn, me 3 tax kontrol kirin, ew jî taxên; Tişrîn, Rimêla û Rewda.”

 

Herwiha li taxa Nehze li rojavayê Reqayê jî şerê giran di navbera çekdarên DAIŞê û şervanên bi ser HSDê ve heye û Hêzên Suriya Demokratîk ber bi lîstikgeha Eswed ve diçin..

 

Şervanekî HSDê jî got: “Em wek hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê, niha li navenda bajarê Reqayê ne. Em li derdora taxê Reşîd, Tel Ebyed, û nêzîkî parka Reşîd û stadyoma Eswed pêşve diçin. Me weke Encûmena Leşkerî ya Minbic gelekî baş xwe amade kiriye. Emd ê di demeke nêzîk de çarrêya Delo û Niem rizgar bikin.”

 

Li aliyekî şer û pevçûn  di nava bajarê Reqayê de diqewimin û li alieykî din jî jiyana xelkê li himber şer û wêrankariyê, kirîzan berdewam e.

 

Nanpêj Deham jî got: “Em 12yê meha Îlona îsal bi xelkê din re vegeriyan nav bajarê xwe, û me dest bi karê xwe kir. Rojê me 2 ton ard dikir nan, û ev nan jî bi ser gundên rizgarkirî ve tê dabeşkirin. Em hêvîdarin ku rewş bê guhertin û karê me baştir bibe û em bikaribin bi xweşî nanê baş bigihînin ber destê xelkê. Nanê me baş e û em hêvîdar in rewş baştir bibe.”

 

Bajarê Reqa ku DAIŞê weka paytexat xwe di destpêka ragihandina dewleta bi nav Îslamî de destnîşan kiribû, niha bi serkêşiya kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin navê Hêzên Sûriya demokratîk de û bi beşdariya neteweya gav bi gav tê kontrolkirin.

Nîşankirin : Reqa, Operasyon, Kontrolkirin
854 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Caifer | 2018-01-20 8:26:09 AM
Dengê te hîç kêm nebe
Gozê | 2018-01-20 8:26:25 AM
Silav ji te re
BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim
| 20-1-2018 | (4)
DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.469 seconds