Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Rûsyayê di 2 rojan de li ser Feratê pirek çêkir

Ji aliyê RÛDAW 29-9-2017
Dêrezorê

Dêrezor (Rûdaw) – Artêşa Rûsyayê li Dêrezorê li ser rûbarê Feratê pirek çêkir. Dirêjahiya pirê 210 metre ye û ev pir dikare di rojekê de 8 hezar otomobîlan rake.


Artêşa Rûsyayê tenê di nava 2 rojan de li ser rûbarê Feratê pirek çêkir. Fermandarekî rûs jî dibêje, çêkirina karê pirê ne hêsan bûye, ji ber ku di dema çêkrina pirê de grûbên çekdar êrîşê wan kirine.

 

Berpirsê xizmetguzarî û veguhestinê li Wezareta Berevaniya Rûsyayê Vladîmîr Borovtisev ragihand: “Di dema çêkirina pirê de firokeyên bê firokevan parastina hêzên me dikir. Herwiha di dema çêkirina pirê de mûşek diavêtine me. Lê ti ziyan negihiştine hêzên me. Hemû kar di dema hatibû diyarkirin de temam bûn.”

 

Rûbarê Feratê ji Bakûrê Kurdistanê tê nav axa Sûriyê. Dêrezorê yek ji wan bajêran e ku dikeve nêzîkî vî rûbarî. Ji ber zêdebûna avê û tundiya wî jî ji bo pêşveçûna hêzûn Sûriyê dibû asteng.

 

Rûsyayê Vladîmîr Borovtisev dibêje: “Astengiya herî mezin hêz û tîjiya avê ye, ku di çirkeyekê de 2 metre bilind dibe. Ev jî dihêle ku şiyanên me bi sînor bin.”

 

Dirêjiya pirê 210 metre ye. Rojê 8 hezar otomobîl dikarin bi ser re derbas bibin. Herwiha dikare bi rehetî otomobîlên bargiran jî rake. Berpirsên Rûsî dibêjin, bi tevê gihandina alîkariyê, ji bo veguhestina birîdnarên Artêşa Sûriyê jî pira wan pir giring e.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.562 seconds