Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE – Çekdarên DAIŞê bi otobûsan û bi fermî veguhestin

Ji aliyê RÛDAW 30-8-2017
2087 hatiye dîtin

AFP (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê û Iraqê, li hember veguhestina çekdarên DAIŞê ji sînorê Lubnanê ve bi sînorê Iraq û Sûriyê, nerazîbûna xwe anîne ziman.  

 

Roja 27ê Tebaxê, di navbera DAIŞê, Hizbûllaha Lûbnanê û rejîma Sûriyê de, li herêma Kalemûn a rojhilatê Lûbnanê agirbestek ragihandibûn. Hizbûllahê îdîa kir, ku armanca vê agirbestê rizgarkirina 9 leşkerên Lûbnanî yên di destê DAIŞê de ye.

 

Li gorî vê rêkeftinê çekdarên DAIŞê ji bo Dêrezorê hatin veguhestin û li hember vê divêya DAIŞê 9 leşkerên Lubnanî serbest berdaba. Lê berpirsên leşkerî yên Lûbnanê berovajiyê vê yekê dibêjin, heta niha jî aqûbeta wan 9 leşkeran nayê zanîn. Egereke mezin heye, ku hatibine kuştin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ev yek cihê gumanê ye

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ragihand: “Ajansên nûçeyan belav kirine, ku li gor rêkeftinekî bi guman, hêzekî zêde yê terorîstan ji Lubnanê ve veguhestine ser sînorê Iraqê.”

 

Sebah da xuyakirin, ku anîna wan hêzan ji Lubnanê ve bo rojhilata Sûriye û ser sînorên Iraqê, cihê gumanê ye û got: “Em gelek bi cîddî çavdêrî û dûvdaçûna wê dikin û em vê yekê weke dubarekirina wan senaryoyan dizanîn, ku di sala 2014 de hatine bi cîhkirin. Ev yek bibû sedema êş û nehametiya Iraq û navçeyê.”

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Li vir radigihîn, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê li gel Artêşa Iraqê di nava hemahengî û hevkariyeke tevahî de be ji bo rûbirûbûna her eger û pêşhatekê.”

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî duh bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku li gorî rêkevtineke navbera DAIŞê, Hizbullah a Lubnanê û rejîma Sûriyê de, bi sedan çekdarên DAIŞê deverên sînorî yên Lubnanê terikandine û bi çek û teqemeniyan ve ber bi deverên sînorî yên Iraqê ve hatine veguhastin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku bicihkirina çekdarên DAIŞê li deverên sînorî yên Iraqê di encama rêkevtina 3 salî ya di navbera DAIŞ, Hizbullaha Lubnanê û Sûriyê de pêk hatiye.

 

Ebadî: Ev yek me poşman dike

 

Li ser vê mijarê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh 29-08-2017, bi daxuyaniyekê ragihand: “Ev bûyer me gelek poşman dike. Bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ev xirabiyeke li hember gelê Iraqê.”

 

Ev yekemîn car e, ku bi awayekî eşkere dewletek qebûl dike, ku li gel DAIŞê birêbikeve û herwiha DAIŞ jî qebûl bike, ku bêyî şer ji herêmekê derbikeve.

 

Di encama rêkeftinê de, di bin çavdêriya leşkerên hikûmeta Sûriyê û çekdarên Hizbûllahê de, çekdarên DAIŞê bi otobûsan ji sînorê Lûbnan û Sûriyê veguhestine sînorê Sûriye û Iraqê.

 

Li gorî nûçeyên medya Sûriyê, DAIŞê di dema valakirina baregahên xwe de ew dever dane ber agir û şewitandine.

 

700 çekdar in

 

Herwiha Artêşa Sûriyê jî ragihand, ku navçeyên ser sînorê Sûriye û Lûbnanê paqij bûne û hemû DAIŞî çûne navçeya Elbû Kemal a ser sînorê Sûriye û Iraqê.

 

Sekreterê Giştî yê Hizbûllahê Hesen Nesrûllah eşkere kir, ku hejmara wan kesên hatine veguhestin 670 kes bûne, ji wan 331 kes sivîl û 308 kes jî çekdarên DAIŞê bûne. Di nav de 26 birîndar jî hene.

 

Li ser mijarê Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî got: “Hejmara teorîstên hatine sînorê Elbû Kemal 700 kes in. Lê emê di operasyona pêş de sînorê Iraq û Sûriyê ji terorîstan bistînin û wan tevan bikujin.”

 

0.141 seconds