Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Li deriyê sînor ê Edirneyê bi sedan barhilgir rawestiya ne

Ji aliyê Rawîn Stêrk 1-10-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Deriyê herî mezin ê Tirkiye yê gumrigê ku li bajarê Edîrneyê ye di rojên dawîn de ji ber kêşeyeke ku nayê eşkerekirin di nava astengiyekê de ye. Bi sedan TIR û balhirgir tevî barên xwe li ber derî di dora derbasbûnê de ne.


Li gumriga Edîrneyê dirêjahiya rêza TIR û barhilgiran carina digihîje 20 kilometreyan. Ajokar bi gazinc in ji rewşê û hun kelûpel jî di bin metirsiyê de ne da ku ew di rê de xira bibin.


Deriyê Kapikûle ku li Edîrneyê cîh digire, di heman demedê deriyê Tirkiye yê li gel Ewropayê ye. Ew der duyemîn derbazeyê herî mezin ê  gûmrigê ye li cîhanê.


Para vê derbazeyê di nava 8 deriyên Tirkiye yên gumrigê de ji sedî 60 e. Hinardeya bejayî ya herî mezin di vir re derbas dibe. Lê ew demeke ku TIR û barhilgir, bi rojan li vir têne rawestandin û derbasbûna wan rojan dibîne.


Ajokarê bi navê Cuma Bayrava ji Rûdawê re wiha got: “Ez ji Hatayê derketim û min bar ji Edeneyê barkir. Ez ji doh êvar vir ve li vir im. Nêzikî 12 seatan e ku li bendême derbasbim. Em nizanin bê ka sedem çiye. Çûyîn nîne hun jî dibînin. Divê rayedar çareyekê bibînin. Ezê barê xwe bibim Romanya, carina em tiştên ku divê bi lez bigihîjin cihê xwe dibin lê gelek caran ew di rê de xira dibin.”


Ajokar Erol Huseyîn jî got: “Ez ji Îzmirê têm û barê xwe dibim Sofya ya Bulgarîstanê. Em 6 wesayîtin û ji seat 2yê şevê vir ve em di rêzê de ne. Em nizanin ku emê kêngê derbasbin. Kesek tiştekî nabêje, hal ev e.”


Li gorî agahiyên fermî sedema vê giranbûnê vegera xelkê ku li Ewropayê dijîn e. Welatiyên Tirkiye yên ku li Ewropa dijîn destpêkirine ku vegerin û ew yek jî dike ku qerebelixiyeke mezin çê bibe. Her çiqasî fermiyet wiha bibêje jî, li ber derî tu nîşaneyeke vê yekê nîne.


Li Edîrne 3 deriyên gûmrigê hene. Hamzebeylî û Kapikûle bi ser Bulgarîstanê ve, Pazarkule jî bi ser Yunanîstanê ve vedibe. Li herdû deriyên din jî rewş weke vê derê ye. Ne tenê hinardeya Tirkiye, ya Îran û çend welatên din jî tesîra xwe ji vê yekê digire.


Ajokarê Îranî Seyîd Elî Rizayî jî wiha axivî: “Em ji Îranê tên û emê herin Sirbîstanê. Barê me rûn e. Ez 3 seatin hatime lê xuyaye ezê îro nikarim derbasbim. Bawerim emê siba karibin derbasbin.”


Ajokarê bi navê Mihail Marinov jî diyar kir ku ew serê sibehê ji Pinarhîsarê derketiye û got: “Ez hatim vir seat 9 bû lê piştî nîvro ye û ez hîn li vir im. Birek seyare di rêzê de ne û derbasbûn giran e. Gelekî zehmet e ku em wiha rawestin. Jixwe mehên havînê gelek zehmet e. Niha sermayê jî dest pê kir.”


Li gorî amarên fermî kapasîteya vê derbazeyê salane nêzikî 5 milyon seyare ye û her seyareyek jî di nava 10 deqeyan de derbasî aliyê Bulgaristanê dibe. Lê li vir pirsek li bersiva xwe digere. Gelo eger Tirkiye deriyê xwe yê ku ji Rojhilata Navîn vedibe bigire û kêşeyên wiha biçûk li deriyê Ewroyê jî rû bidin, dê çaresiriya hinardekirinê çibe.

Nîşankirin :
586 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.36 seconds