Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Erdogan: Em amade ne alîkarî bidin birayên xwe yên kurdên Iraqê

Ji aliyê RÛDAW 1-10-2017
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ku eger rêveberiya Herêma Kurdistanê ji biryara xwe ya giştpirsiyê paşde gav biavêjin, Tirkiye amade ye wan himêz bike.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di dema vekirina serdema nû ya karên Parlamentoya Tirkiyê axaftinek kir û derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de got: “Ti beramberekî giştpirsiya rêveberiya Bakûrê Iraqê nîne. Ti encameke wê ya bi xêr jî nabe. Ne di berjewendiyê kurdan, tirkmenan û ereban de ye.”

 

Erdogan giştpirsî weke plana hêzên derekî bi nav kir û da xuyakirin, ku di qada navdewletî de ti aliyekê piştgirî nedaye giştpirsiyê. 

 

Serokomarê Tirkiyê got: “Înkarkirina tirkmenan ji kurd û ereban re nabe maf. Em qebûl nakin, ku ti kes jî bi ser Kerkûkê re gefan li me bixwin. Dûr û nêzîk dê rêveberiya Bakûrê Iraqê zirarê bike.”

 

Recep Tayyîp Erdogan dubare daxwaza hilweşandina biryara giştpirsiyê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî:

 

“Eger rêveberiya Bakûrê Iraqê bi dilpakî ji vê xeletiya xwe vegere, weke Tirkiye emê destê xwe bi berdewamî ji birayênb xwe re dirêj bikin.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku li Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlonê de giştpirsiya serxwebûnê hatibû kirin û ji sedî 92.73yê beşdaran dengê xwe dabûne belê. Li hember vê Iraq, Tirkiye û îranê li hember Herêma Kurdistanê rêzebiryar derxistibûn. 

 

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 1-10-2017
Erdo, 1:Em ne Birayên hev bûyn, ne Birayên hevîn û ne jî wê Birayê hev bibîn! 2: Alîkarîya te jî Serê te bixwe! Em amade ne ji Birsan bimirîn lê pêwîstê te û Dewleta te yê heramzade nebîn! Ji xwe mirin 1000-carî ji bindestî û Dagîrkerîya we bi rumettire!
ag | 1-10-2017
hela care tebifikire, biray mine kurd, le kurde miri biray minin le gava kurd diben em ji dixwazin bi azadi bijin, na, iste va zinyeta erdogane.
Gotineki te li gotineki teyé diné nanére | 1-10-2017
Tú rojeki tehdit diki u rojeki din "alikariya birayé xweyé Kurd diki"?? Em ne alikariya te dixwzain u neji tehditén we.. Ku ne derewbe? Tu Kurdén bakur nas bike u mafén wan bide, zindaniyén HDP u endamén wan ji zindané berdin pa$é alikariya kesé diné bike. Ku ne vir u derew be Ne kurdé Ba$ur,ne Kurdé bakur u nejí Kurdé rojava tehdit neke!!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.625 seconds