Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Partiya Seadetê têkildarî referanduma Kurdistanê banga gotûbêjê li hikûmeta Tirkiyê kir

Ji aliyê Emîn Aba 2-10-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê SPê Atik Akdax, têkildarî birêveçûna referanduma Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta Tirkiyê kir, ku bi rêveberî û hikumeta Kurdistanê re gotûbêjê bike û gefan bide aliyekê.

 

Partiya Seadetê (SP) ango Bextiyarîyê ku kevneşopa serokwezîrê berê yê Tirkiyê  Necmedîn Erbakan e, roja yekê Cotmehê kongreya şeşemîn a liqa xwe ya Stenbolê saz kir.

 

Referanduma Herêma Kurdistanê yek ji majarên axavtinên endamên vê partiyê di kongreya şaxeya wê partiyê ya li Stenbolê bû.

 

 Serokê Giştî yê SPê Temel Karamollaoglu bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên hikumeta Tirkiyê ku dibêjin, Herêma Kurdistanê em xapandin. Li ser heman mijarê Cîgirê Serokê Giştî yê SPê Atik Akdax jî bang kir, ku divê hikumeta AK Partiyê li gel Herêma Kurdistanê di gotûbêjê de be.

 

Atîk Axdax got: “Li ser mijarên grîng ku çarenusa herêmê diyar dike nabe mirov bi politikayên rojane nirxandinê li gel bike. Em rêzê li mafan digirin ku derdorek an gellek li xwe ferz dike. Di vê meselê de jî ku bi milyanan kesan elaqedar dike, gef û şantaj ne karê  aqil e. Divê mase bê bikaranîn, rêya dîyalogê bê helbijartin. Rast e ne wextê giştpirsiyê bû, lê em siyaseta niha ya hikumetê li hember giştpirsiyê jî rast nabînin.”

 

Di vê kongreyê de ji bo Serokatiya Şaxeya Stenbolê ya SPê, Abdullah Sevîm bi tenê bu namzed. Ew jî balê dikişîne ser siyasetên li hember pirsa Kurd li Tirkiyê û dibêje, “destê me dirêj kiriye ji gelê Kurd re.”

 

Abdullah Sevîm ragihand: “Bi heqeretan û gefan mirov nagêhije tu encaman. Divê em li hev bicivin û biaxifin. Ev mesele ya Mislumana ne û divê em serê xwe jê bihêşînin. Birayên me yên Kurd ne niha, ji berê ve bi dilê xwe li ba me n e. Ne ji bo deng û ray standinê lê emê ji bo biratiya xwe herin ba linbgên wan.”

 

Hezkirî û endamên vê partiyê jî çavê wan li partiya wan e, daku kurdên Bakurê Kurdistanê ji nû ve qazanc bikin.

 

 Endama SPê Safiye Saybaz da xuyakirin: “Divê em politikaya wekhevî û biratiyê berdewam bikin.”

 

Endamê SPê Cevdet Uslu jî di kongreyê de got: “Li rojhilat, divê em hiqûqa îslamê bi cih bînin û herwiha biratiya îslamî cîbicî bikin.”

 

Endamê SPê Ebrar Bezcî jî diyar kir: “Hin alî dixwazin di navbera me û Kurdan de fîtneyan derxin. Em vê baş dizanin û divê li hember wê rawestin.”

 

Di kongreyê de namzedê bi tenê Abdullah Sevîm, ji 674 delegeyan dengê tevan bi dest xist û bû serokê nû yê SPê yê Şaxeya Stenbolê.

Şîrove

 
Sofi | 2-10-2017
Wan jî wekî timamê patîyên sîstemê qala biratîyê ûmetçîtî yê û hiqûqa îslamê dikin û her derewan dikin. Ew jî ji xwe îslamê wekî mertal bi kar tînin û hîlan li Xwedê dikin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.531 seconds