Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

HDP beşdarî yekem civîna sala nû ya parlemntoya Tirkiyê nebû

Ji aliyê Şewket Herkî 2-10-2017
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) – Parlementoya Tirkiyê ji bo karên yasayî yên sala nû dest bi kar kir û HDPê beşdar nebû.

 

Parlementoya Tirkiyê ji bo karên yasayî yên sala nû dest bi kar kir. Di roja yekem ya karkirina parlemnentoyê de parlemeneterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî civina parlementoyê nekirin.

 

Di sala nû ya karkirina parlementoyê de dê rêgeznameya parlementoyê gorî sîstema serokatiyê were guhertin. Li aliyê din mijara Giştpirsiya Kurdistanê di nav parlementeran de mijarereke germ e.

 

Parlementoya Tirkiyê piştî bêhnvedana xwe ya salane bi beşdariya parlemeneterên AK Partiyê , MHP û CHPê dest bi kar kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan beşdarî civina parlementoyê bû gotarek pêş kir û nerazîbûna xwe li hember gavên Başurê Kurdistanê dubare kir.

 

Parlementerekî AK Partiyê jî dibêje em dê weke salên 1920ê bi rihekî netewî li parlementoyê kar bikin.

 

Parlementerê AK Partiyê Sabrî Ozturk ji Rûdawê re wiha got: “Me di nava salê de referandumeke girîng kir û me sîstema xwe guhert. Niha jî em dê ji bo sîstema nû yasayên pêwîst amade bikin. Parlemento dê bi serqalîyeke mezin karê çêkirina yasayan bimeşîne. Li aliyê din hem di meseleyên aborî de , hem di meseleyên polîtikaya derve û siyaseta navxweyî de em ketine proseyeke nû.”

 

Piraniya parlemenetrênm AK Partiyê di roja yekem aa parelementoyê de nexwastin ku rûbirûriyê pirsên di derbarê giştprisiyê de bin. Li ser vê pirsê di nav beraya dijbereyê de jî parlementerekî CHPê gotinên Ataturk dubare dike û dibêje "Li navxweya Tirkiyê aştî li derveyê Tirkiyê aştî".

 

Parlamenterê CHPê Ozgur Ozel jî got: “Em weke CHP; ji destpêkê heta niha li ser esas û prensîbekê li meseleya dinêrin û em dibêjin Li welatî aşitî, li cihanê aşitî’. Gefên li ser welatên cîran, an destêwerdana karê cîranan fêyde nade ti kesî. Du giştpirsiyên gellek bi nîqaş hatine kirin. Yek ji wan li bakurê Iraqê hate kirin yek li Îspanyayê tê kirin. Berevajî referanduma bakurê Iraqê, referanduma îspanyayê ji rêjeya sêdî yek jî rastî midaxeleya welatên biyanî nehat. Ji ber erdnigariyê, ji ber ku hemû hêzên cihanî hisab û kîtabên xwe anîne wê derê.”

 

Parlementerên HDP jî di roja yekem a desbikarkiian parlementoyê de dixwastin li ber derê girtiheha Edirneyê piştgiriya hevserokên girtî yên partiya xwe bikin lê waliitaya Edirneyê rê neda çalakiya HDPê.

Nîşankirin :
467 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Salih Mutleg: Ebadî, Malîkî û Amirî ji bo serokwezîriyê nabin 13 demjimêr berê |

Salih Mutleg: Ebadî, Malîkî û Amirî ji bo serokwezîriyê nabin

Serokê Bereya Iraqê ji bo Diyaloga Nîştîmanî Zêdetir
SILÊMANÎ – Bi sponsoriya Rûdawê festîvala ‘Nûra Dilan’ tê sazkirin 15 demjimêr berê |

SILÊMANÎ – Bi sponsoriya Rûdawê festîvala ‘Nûra Dilan’ tê sazkirin

Festîvala Nûra Dilan li Hola Rewşenbîrî ya Zêdetir
0.344 seconds