Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Çavuşoglu: Hêj derfet heye peywendiyên me baş bibin

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Mevlut Çavuşolgu
Mevlut Çavuşolgu

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de got, hên ne dereng e, heger rêveberiya Herêma Kurdistanê gavan bavêje peywendiyên me dikarin weke berê bidome.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bû mêvanê maseyê editorên Anadolu Ajansê û li ser giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê û helwesta welat xwe li hember giştpirsiyê axivî.

 

Bi gotina Mevlut Çavuşoglu, ku wan di gelek pêvajoyên zehmet de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine, got “eger ji vê şaşîtiya xwe vegerin”, em dikarin her weke berê li gel birayên xwe yên Kurd bin.

 

Mevlut Çavuşoglu wiha got: Em niha li ser wê yekê kar dikin, ka Tirkiye û Îran dikare li hemberî wê giştpirsiyê çi bike. Divê rêveberiya Barzanî ji wê xeletiyê vegere. Em hêvîdar in ku ji wê şaşîtiya xwe vegerin. Beriya niha jî me di civata ewlekariya niştimanî û civata wezîran de hinek biryar li hemberî Rêveberiya Bakurê Iraqê wergirtine. Hemû pêngavên me dê li gel pêngavên hikûmeta navendî ya Iraqê û Îranê bêne avêtin.

 

Daxwaza me ya ji wan zelal e, em dibêjin ku vê pêvajoyê rawestînin. Dema ku Tirkiyê û welatên cîhanê ji wan re got ku em dikarin di navbera we û Bexdayê de bibin navbeynkar, dest ji xwesteka xwe bernedan û xeletiyeke mezin kirin. Niha ti kes piştevaniya serxwebûna wan nake. Me di gelek pêvajoyên zehmet de alîkariya wan kiriye.

 

Hêj ne dereng e, rêveberiya Barzanî dikare pêngavekê biavêje. Heger pêvajoyê rawestinê peywendiyên wan ên bi Bexdayê û bi me re dê asayî bibe. Divê kontrola deriyên sînorî di destê rêveberiya Bexdayê de be. Referandum ne meşrû ye. Hêj derfet heye Barzanî bi me û Bexdayê re tekîliyên xwe baş bike.”

 

Çavuşoglu derbarê mueyîdeyên kirine û dê bikin de jî got:  “Me geştên asmanî rawestandin û paxşên televîzyonan ji Turksatê rakirin. Pêngavên bê jî girêdayî daxwazên hikûmeta Bexdayê û gavên wê ne. Pêwîst e kontrola deriyên sînor ên aliyê Iraqê di destê rêveberiya Bexdayê de be. Vebûna deriyê Ovacikê ji aliyê teknîkê ve pêkan e. Lê belê korîdora li aliyê din dê kê saz bike û dê kê ewlekariya wê bi cih bîne. Helbet divê rêveberiya Iraqê bike."

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha îdia kir ku heke rêveberiya Herêma Kurdistanê giştpirsî encam nedaya dê destê rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser masê danûstandinên bi rêveberiya Bexdayê re xurtir biba.


“YPG ji bo Tirkiyê gef e”


Li ser Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê axivî û got, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hem ji bo Tirkiyê û hem ji bo Sûriyê jî gefeke mezin e û wiha domand: “Niha li Efrînê YPG heye û ew jî rêxistineke terorî ye û ew jî hem ji bo me û hem jî ji bo yekparçetiya Sûriyê gef e. Li Efrînê hejmareke leşkerên Rûsî jî hene, gotûbêjên me yên li ser vê mijarê bi rayedarên Rûsî re jî berdewam in. Beriya niha jî ji Efrînê gelek êrîş li ser welatê me hatin kirin. Her çend me qat bi qat zêdetir bersiva wan dabe jî, têrê nake û pêwîst e hewleke berfireh bê dayîn û ev gef bi temamî ji holê bê rakirin. " 

 

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 3-10-2017
Derfet ji we pîroz be, em dixwazîn "bê derfet" bîn!!
602 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû 22 demjimêr berê |

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû

Encûmena Leşkeriya Minbicê ji Rûdawê re got, Zêdetir
Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin 23 demjimêr berê |

Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin

Ev yek di demekê de ye, ku Senatoyê pro Zêdetir
0.609 seconds