Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

DBP û HDPê peyama sersaxiyê belav kirin

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Logoyên DBP û HDP
Logoyên DBP û HDP

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî peyama sersaxiyê belav kirin.

 

Celal Talebanî demek berî niha piştî têkçûna rewşa tendirustiya wî li Almanyayê koça dawî kir.

 

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, îro rewşa tendirustiya Celal Talebanî xirab bibû û di rewşa komayê de bû û ji ber wê di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de bû.

 

Li ser hesaba Twitterê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyama sersaxiyê hate weşandin û di peyamê de wiha hatiye gotin:

 

“Ji bo Celal Talebanî ku hemû jiyana xwe daye têkoşîna azadiya gelê Kurd û cihê xwe yê birûmet ê li dîrokê girtiye, em ji Xweda rehet û ji bo malbat û gelê Kurd sersaxiyê dixwazin.”

 

Di daxuyaniya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de jî hatiye gotin:

 

“Her çi qas ku Mam Celal îro çavên xwe li jiyanê girtibe jî, têkoşîna azadiyê ya ku wî kiriye, dê dilê gelê Kurdistanê weke tavê germ bike, dê rêyên wan rohnî bike û hêviyên wan geş bike. Em ji bo malbata wî, xizmên wî û ji bo gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Bîranîna wî dê di têkoşîna me de her dem bijî.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
306 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 13 demjimêr berê | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| 17 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| Duh vî demî 08:49 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.563 seconds