Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Erdogan: Em dê mijarê bibin Netewên Yekbûyî

Ji aliyê RÛDAW 4-9-2017
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkiyê ragihand, ku ew dê mijara aloziyên Miyanmarê (Burmayê) bibin Netewên Yekbûyî. Ji aliyekê din ve wezîrên derve yên Tirkiyê û Îranê derbarê kuştina musilmanên Miyanmarê gotûbêj kirin.

 

Recep Tayyip Erdogan îro piştî beşdarîkirina di merasîma veşartina termê serbazê tirk de ku li Colemêrgê hatibû kuştin, derbarê aloziyên li eyaleta Raxîn anku Arakan a Miyanmarê û kuştina musilmanên vê eyaletê ji aliyê Budayîyên tundrew û artêşa wî welatî ve kir.

 

Erdogan got, mirovayetî li hember komkujiya li Miyanmarê bêdeng e û diyar kir, ku Tirkiye dê roja 19ê Îlonê mijara kuştina musilmanên Miyanmarê bibe Netewên Yekbûyî, daku gotûbêj li ser bihê kirin.

 

Erdogan tekez kir, ku Tirkiye dê alîkariyan ji xelkê musilman ên eyaleta Raxînê re bişîne.

 

Erdogan herwiha behsa pêngavên Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê û deverên sînorî kir û got: “Hûn dibînin ku di rûbirûbûna DAIŞê de li Sûriyê de me çi kiriye. Ji bilî ku di vê cejna Qurbanê de bo cara yekem, Serfermandar, Fermandeyên Hêzan, Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Dadê û hejmarek berpisên me yên din li wan deveran bi serbazên me re bûn.”

 

Zerîf û Çavuşoglu gotûbêj kirin

 

Ji aliyekê din ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi telefonê derbarê aloziyên li Miyanmarê de axivîn.

 

Li gor nûçeya IRNAyê, Mevlut Çavuşoglu û Mihemed Cewad Zerîfî di vê pêwendiya têlefonî de li ser rewşa musilmanên eyaleta Raxîn anku Arakanê sekinîn.

 

Herwiha mijareke din a gotûbêjên navbera herdu wezîran têkiliyên  navbera Îran û Tirkiyê bû.

 

Ew çend roj in, ku şepêleke nû ya aloziyan li eyaleta Arakan a Miyanmarê dest pê bûye, ku li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û herwiha Netewên Yekbûyî herî kêm 400 kes ji musilmanên wê eyaletê ji aliyê Bûdayîyên tundrew û hêzên artêşa Miyanamarê ve hatine kuştin.

 

1106 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 5 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.563 seconds