Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Ensarioglu: Tirkiye deriyên sînor li ser Kurdistanê nagire

Ji aliyê Kemal Avcı 4-10-2017
Parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu
Parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu

Enqere (Rûdaw) - Parlamenterê navdarê AK Partiyê yê Kurd Galip Ensarioglu ragihand, Herêma Kurdistanê ti deman nebûye gef bo ser Tirkiyê û ti caran helwestên dijminane nîşan nedaye. Ensarioglu herwiha got: “Ez bawer nakim deriyên sînor bihên girtin û dê bi muzakereyan ew arîşe çareser bibe.”

 

Piştî ku di destpêka pêvajoya encamdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, ji Tirkiyê ve daxuyaniyên gelek tund dihatin dayîn, lê belê di wan rojên dawiyê de rayadarên Tirkiyê li hemberî giştpirsiya Herêma Kurdistanê zimanên xwe nermtir kirine.

 

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galip Ensarioglu ji Rudawê re got: “Ez hêvî dikim ku rayadarên herdu aliyan bi riya diyalogê kêşeyan çareser bikin.”

 

Herwiha Ensarioglu dibêje, ez bawer nakim ku Tirkiye li dijî Herema Kurdistanê destwerdana leşkerî yan jî pêngavekê weke girtina deriyên sinorî bihavêje. 

 

Galîp Ensarioglu di vê bareyê de got:

 

“Li wê derê xêncî Rêvebiriya Herêmî ya Kurdistanê ti deriyên Tirkiyê yên ku li dinyayê vedibin, nîn in, ti dostên wê xêncî Rêvebiriya Herêmî ya Kurdistanê jî nînin û ji bo Tirkiyê jî li Rojhilata Navîn xêncî Rêvebiriya Herêmî ya Kurdistanê ti dostên wê, şirîkên wê, hevpeymanê wê nîn in. Divê ev dostên han xemên navborî û baweriya ku têk çûye çareser bikin û berdewam bikin.”

 

Endarioglu destnîşan kir, ku Herêma Kurdistanê ti deman helwesteke dijminane li hember Tirkiyê nebûye û tekez kir, ku hebûna Herêma Kurdistanê heta ji bo kêşeyên li Tirkiyê jî bûye piştevaniyek.

 

Wî parlamenterê AK Partiyê li ser vê mijarê wiha axivî: “Helbet her welat berjewendiyên xwe dê biparêze. Eger ku ji bo yekitiya welatekî gefeke rastî çêbibe, helbet dê destwerdana leşkerî bike. Lê ti caran ji aliyê Rêvebiriya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ji bo Tirkiyê ti helwestên dijminane çênebûn. Ti caran ti gef nebûn. Berovajî belke hebûna wê ji kêşeya li Tirkiyê re jî bibe piştgiriyek. Ez bawer nakim ku derî jî werin girtin. Dê bi muzakereyan ev kêşe demildest werin çareserkirin. Ji xwe birêz serokkomar jî got; emê destê ku ji bo me hatî dirêjkirin bigirin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 22 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 20 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.547 seconds