Enqere (Rûdaw)- Rapora ku saziyeke hizrî ya amerîkî ya bi navê Navenda Pêşxistina Amerîka (CAP) li ser derxistina navê PKKê ji lîsteya terorê belav kiribû, ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Parlementerê Stenbolê yê CHPê Umut Oran, ev mijar îro xist rojeva parlamentoyê û ji Serokatiya Parlamentoyê xwest ku derbarê vê yekê de ji Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay pirsek bê pirsîn.
Umut Oran pirsa xwe wiha anî ziman: Gelo hikûmeta Tirkiyeyê li ser derxistina navê PKKê ji lîsteya terorê ya Amerîkayê agahdar e yan na?
Wî parlamenterê tirk her wiha pirsiyar kir ku eger haya Tirkiyeyê jê heye çi biryar hatiye standin û gelo parlamento dê ji vê yekê were agahdarkirin?
Oran her wiha mîna pirsekî ji dewleta Tirkiyeyê xwest, eger Amerîka bixwaze PKKê ji lîsteya terorê derxîne li hember vê yekê tedbîrên pêwîst bigire.
Beriya çend rojan Navenda Pêşxistina Amerîka (Center of American Progress-CAP) di raporekê de ragihandibû, eger PKK xwe tam tevlî pêvajoya çareseriyê bike wê demê divê ji lîsteya terorê bê derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse