Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê: Pêwîst bibe emê hêza xwe derbasî Efrînê bikin

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Îbrahîm Kalin
Îbrahîm Kalin

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin li ser egera operasyonekê li hemberî bajarî Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê got, dema pêwîst bibe û hate xwestin ew dê derbasî Efrînê bibin.

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji televîzyona dewletê TRTê re axivî û diyar kir ku Tirkiyê, hemû amadekarî ji bo operasyona Efrînê kirine.

 

Îbrahîm Kalin  anî ziman eger Tirkiye ji bo ewlehiya xwe pêwîst bibîne dê teqez midexaleyê Efrînê bikin û Tirkiyê dê hêza xwe derbasî wê derê bikin.

 

Kalin wiha got: “YPG û PYD bi afirandina rewşeke defakto û ragihandina wan a di wê herêmê de weke kantonê, herwiha fişar û zulma wan a hemberî mirovên herêmê cihê qebûlê nîne. Ew cih ji bo ewlekariya me ya neteweyî û asayişa me ya sînor dibin pirsgirêk. Tirkiye ji bo parastina asayişa xwe dema pêwîst dît dê midaxele bike. Serokomarê me dibêje 'dibe ku em şevekê ji nişkê ve bên'. Li gorî pêdivê herkes bi aqilî tevbigere. Bi şev be bi roj be, cîgirkirina dem û cihê wê di destê Tirkiyeyê de ye”

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê herwiha eşkere kir ku Tirkiyê, Rûsya û Îranê li ser rewşa Idlibê li hev kirine û got, êdî Idlib dê bibe bajarekê hêmin û dê bombebarankirin rawest e.


Derbarê giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de jî ragihand: "Me hişyariyên pêwîst kirin. heger paşve gav bên avêtin, em dê biaxivin."

 

Şîrove

 
Faridun | 5-10-2017
Inca divêt hemu Kurd gohdarî bikin ...waye Dewleta Tirk ê dirinde û nêrina wê ya herî dindane li dijî me Kurd û Kurdistan bi tevayî.... Navê Kurd buyet Fobi ji wan re.... li ser Iraq 10 dewlet bihata avakirin di nav de Navê Kurdî nebuya qet xem nedikir, li Suriyê 15 dewlet bihata avakirin di nav de Nava Kurdî nebuya Xem nedikir.... nayêt ji bîr kirin dema Abu-KEr-Doghani digot Kobanî ha ket ha dikevet....lê xemma nedi bû ku DAISH li her deverê wek jahrî belav biket....kîye DAISH û Seroka DAISH û Dewleta Tirk.... Abu-KEr-Doghani bi xwe him serokomara Tirk û herwiha à DAISH e jî.... bi javê DAISH xwest helwesta xwe ya dagirkerî bi vê rengî biket... gelo Dewletên zilhêz dewwarin ku pêxwazê Osmanîya Tirko û armanca wê ya herî dindane nezanibin,,, her Iran jî bash dizanet sibey tishtê ku Tirko bi ser Iran de biket.. ma têy ji bîr kirin çune hatina wan à doh li Arabiya SUUdi, îroj pisht zivirand û inca bera xwe da Iran...inca gelo Arabi Suudi û Iran çi vî dersê Osmanîya Dagirkerê Tirkan bigret....kesê ku Dewwar bibet bila beje dewwarimm....!
FarzendNuman | 6-10-2017
We ji xwe re ne dost hist ne jî yar....! hûn bi tênê man... wek xxx birçî car ji caran banga we dikin, lê ên kû goh bidet we neman.... hûne bi çirrin, bi qelishin,...lê hûnê bash bîbîni, û d^ibêynin jî Kurdistan her Kurdistan e... herin di sereta de 27 milyon Kurdên Bakur bi fermiyatî nasbikin, mafa Kurdên Bakur bidin û rêz li ber Mafa Kurdên Bakur bigrin, lê sibey ji bo we jî tê dereng bibet...ên ku hû bi çawên xwe dibînin ne xwen e .....lê Fobiya Navê Kurd û Kurdistan we dayet fetissanin, xeniqandi,,,,,! sinaora Kurdistan digihêjet heta Malatya - Adana ...dema we bash nabinin korbunet, lê dem nêzikdiber hun bash shiyar bibin... Shera Iran û li dijî Tirkîya bi navê xwedêya mezin herroj nêz dibet...Safî Mollayê dê bikaribin we bisheynin Moxalistan cihê bav kala we lêre durî rojhilata navin...
1284 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| Duh vî demî 02:20 | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 23-2-2018 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
1.344 seconds