Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

TIRKIYE - Stenbol bajarê xaniyên herî buha ye

Ji aliyê Rawîn Stêrk 6-9-2017
Stenbol

Stenbol (Rûdaw) - Du saziyên lêkolîn û ragihandina amarên fermî li ser geşepêdan, kirîn û firotina li Tirkiyê raporeke balkêş û berfireh ragihandin. Di raporê de xala herî balkêş jî kirîna xaniyan e ji aliyê welatiyan ve. Li gorî raporê kesek ku li Stenbolê dijî, bêyî ku mesrefekî din bike, dikare bi dahata xwe ya salekê tenê xaniyekî 8 metre çargoşe bikire. Bi gotineke din, bo kirîna xaneyekî divê mirov 12 sal û 6 mehan bixebite û tu tiştekî din jî nekire.

 

Navenda Lêkolîna Daneyan a Tirkiyê (TUVİMER) û Navenda Ragihandina Amarên Fermî (TUİK) radigihînin, li Tirkiyê bajarê ku kirîna xaniyan herî zehmet e, Stenbol e. Li gorî rapora van herdû navendên fermî, kesek tenê dikare bi xebata xwe ya 12 sal û nîv, xaniyekî bikire. Lê divê di van salan de tu mesrefekî din jî neke.

 

Serokê Odeya Emlakfiroşan Nizamettin Aşa ji Rûdawê re ragihand: “Ya rast me sedemên vê yekê çendîn car eşkere kirine û berpirs hişyar kirine. Xanî û avadaniya mezin li cihên navendî tê kirin û bi şêweyên luks xanî têne çêkirin. Ew yek dike ku bihayê hemû deveran zêde bibe. Li cîhanê sîstemeke bi navê mortgaîte heye. Lê li welatê me sîstemeke wiha nehatiye danîn. Niha zêdeyî milyonek xanî hene ku nayên firotin. Li bazara me pîne bi pîne tê pînekirin.”

 

Di raporê de bajarên weke Enqere, Îzmîr, Bûrsa û Antalya jî xwedî rêjeyeke nêzikî ya Stenbolê ne. Li gorî daneyên raporê dahata xelkê ya salane jî herî zêde li Stenbolê kêm bûye. Dahata salane ya kesekî li Îzmîr û Antalya daketiye 29 hezar lîre, li Enqereyê 36. 9 û li Stenbolê jî daketiye 43.6 hezar lîre. Li gorî pisporan, ev rewş civakê ber bi yekcelebiyê ve dibe.

 

Sekreterê Odeya Plansazên Bajarvaniyê Akif Burak Aktaş diyar kir: “Di plansaziya bajarvaniyê de nêzikahiyeke li gorî pêdiviyan nîn e. Nêrîn, li ser bazirganî û qezenceke berz e. Li cîhanê ew kêşe bi polîtîkayên dewletbûna civakî têne çareserkirin. Bajar û avahî tenê li gorî dewlemendan û bi yek şêweyî têne çêkirin. Ew jî dike ku him di mîmariyê de û him jî di civakê de yektîpî serdest bibe.”

 

Li gorî welatiyan jî bi xebateke takekesî kirîna xaniyan, pêkan nîn e û bi dirêjahiya temenêkî xebat divê ji bo kirîna xaniyekî.

 

Welatiyeke bi navê Husniye Guner destnîşan kir: “Kirîna xaniyek, pêkan nîn e. Bi xebata jin û merekî jî pêkan nîn e. Xaniyê min heye lê ji bavê min mîrat ma. Bi xabata kesekî kes nikare bikire.”

 

Herwiha welatiyê bi navê Bariş Çelik jî got: “9 sal in ku ez dixebitim, weleh li metropolan em tenê dikarin jiyana xwe berdewam dikin. Xanî nayên stendin. Tenê bi karên mezintir an jî bi bazirganiyê tu dikarî xanî bistînî.”

 

Dîsa li gorî raporê, buhayê 1 metre çargoşe yê xaniyan li Enqereyê 830 lîra, li Bursayê 955 lîre, li Antalya 2 hezar 250 lîre, li Îzmîrê 3 hezar 89 lîre, li Stenbolê jî 5 hezar û 418 lîreyê Tirkiye ye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 12 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.563 seconds