Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Ebadî Serokwezîrê Tirkiyê vexwende Bexdayê

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim

Navenda Nûçeyan –  Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew vexwendiye Bexdayê.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji rojnamevanan re ragihand, ku li ser vexwendina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew dê serdana Bexdayê  bike.

 

Yildirim got: “Ev serdan giring e, lewra em amadekariyên vê serdanê dikin.”

 

Derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîkê Yildirim diyar kir: “Leşkerên me yên li Başîkê ji bo perwerdeya pasewanên Nînowa û şerê li dijî DAIŞê li wê derê ne. Ji ber vê divê hebûna wan li wir nebe pirsgirêkeke mezin.”

 

Derbarê deriyê sînor ê Xabûr û Îbrahîm Xelîl de Serokwezîrê Tirkiyê wiha got:

 

“Deriyê Xabûrê xizmeta Bakûrê Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê dike. Bêguman mafê Iraqê heye vê deriyê bigre. Di vê mijarê de ji bo karên me yên bazirganî û birayên me yên tirkmen, kurd û ereb zirarê nebînin me ji wan re deriyê Ovakoyê (Pişxabûr) teklîf kir. Em di vê mijarê de arîkariya Iraqê dixwazin."

 

Derbarê helwesta li hember Herêma Kurdistanê jî Bînalî Yildirim got: “Armanca Tirkiyê ne birayên me yên tirkmen û ne jî birayên me yên olî ne. Herwiha ne ereb in jî. Êzidî û aşûrî, hemû pêkhateyênd in divê li wir bi rehetî bijîn. Ji bo tarîkirina paşeroja wan ti hizreke me nîne. Derdê me ew e, ku ew kesên bi serê xwe biryaran didin, bersiva xwe bistînin.”

 

 

Şîrove

 
Hikmet Altinyurt | 6-10-2017
Ji Kîjan DAISH hû dipeyvin....? DAISH û Dewleta Tirk yek e... serokê Hurduyan jî yek mirov e, seroka DAISH û KOmara Tirk her sexsê bi navê Abu-Er/Doghanî ye....Inca li Bashik derbikevin.... ên ku doh digotin Kobanê Ket ha ket ha Dikevet û endamên dirinde ji DAISH re b erast dishand nav refa DAISH nayêt ji bîrkirin...lê sher a Dahatû Edî di nav bera Iran û Turkîya deyet... ji ber ku êdî Bexda dibin dagirkerîya Irandeyet, ev safî formaliteyin... Turkîye we ji xwe de di rojhilata Navînde dost nehist...Navê Kurd û Kurdistan ji we re bûy FOBÌYA rojane....hune di nav vî Fobîyê de bi fetissin û bi xeniqqin...

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.547 seconds