Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Li Tirkiyê cotkar û firoşkar ji hewla qedexekirina titûnê nerazî ne

Ji aliyê Rawîn Stêrk 6-10-2017
Cotkar û firoşkar: “Eger berhemanîna titûnê were qedexekirin, emê birçî bimînin.”

Stenbol (Rûdaw) - Cotkar û firoşkarên titûnê ku bi taybetî li Semsûr û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê yekane deriyê debarê ye, bertek li pêşnumaya qedexekirina titûnê nîşan didin û dibêjin: “Eger berhemanîna titûnê were qedexekirin, emê birçî bimînin.”

 

Parlementoya Tirkiyê amadehiya yasayekê dike ku titûna qaçax qedexe bike. Li gorî yasayê kesên ku titûna hûrkirî bifiroşin, dê heta 6 sal werin zindanîkirin. Ew yek bû sedem ku bi taybetî jî cotkar û firoşkar li Semsûrê derkevin kolanan. Ji ber ku yekane debara wî bajarî li ser titûnê ye. Bi heman hincetê firoşkarên ku li herêma Marmarayê ne jî li Stenbolê bi çalakiyekê, nerazîbûna xwe anîn ziman.

 

Cotkarê titûnan ê bi navê Bayram Tekin ji Rûdawê re ragihand: “Em titûn diçînin, em cotkar in li welatê xwe. Lê dikin titûnê qedexe bikin. Ger ku qedexe bikin em dike birçî bimînin.”

 

Firoşkarê titûnan Turabi Bekçi jî diyar kir: “Ne ji bo Semsûrê tenê ye. Mûş heye, Bedlîs heye, Semsûn heye, Manîsa heye, Denîzlî heye. Vêya ne tenê debara rojhilat e. Debara tevahiya Tirkiyê ye. Hevalên li vir tev firoşkar û cotkar in. Em dibên bila ew yasa paş de bê kişandin.”

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawîn de titûna ku tê çandin bi bihayekî baş tê firotin. Ji ber ku cixareyên hazir gelek biha bûne, xelk zêde eleqe bi titûn û pêçandinê nîşan dide. Ew jî dike ku gelek dever berê xwe bidin vê qadê. Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê di gotareke xwe de îdia kiribû ku ev qad bûye fînansmana PKKê. Herwiha cotkar vê yekê red dikin û dibêjin destê xwe ji debara me bikşînin.

 

Hakan Yildiz ku him cotkar û him jî firoşkarê titûnê ye dibêje: “Derdê me teror meror nîn e. Derdê me ked û karê me ye. Armanca van kesan aş û nanê me ye. Yekane debara me ev e. Ked namûs û wijdan e. Bila destê xwe ji wijdana me bikşînin.

 

Serokê Kooperatîfa Titûnkaran Şeyhmus Solgun jî ji Rûdawê re aşkere kir: “Di derheqê vê yasayê de me li gel wezîr û berpirsan gelek civîn pêk anîn. Ew di nava xebatekê de ne. Em bi vê yasayê dibin hawirdekar. Daxwaza me ew e ku titûn bi qanûn bê çandin û ew qedexekirin paşve bê kişandin.”

 

Tenê li herêma Marmarayê zêdeyî hezar dikanên titûnfroşan hene û nêzikî 5 milyon kes debara xwe bi vê dikin.

Firoşkarê bi navê Mehmet Unal dest nîşan kir: “Li 4 - 5 bajarên Kurdistanê debara wan li ser titûn e. Eger qedexe bibe mesele mezin dibe. Li bajarên Tirkiye jî wisa ye. Qedexe bibe wê xirab bibe tiştekî baş nabe. Em dixwazin titûna xwe bifroşin. Em tiştekî din naxwazin. Em minetê li kesî jî nakin.”

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 30 herêman ji sala 1600î vir ve titûn tê çandin. Di sala 2002an de rêjeya berhemanînê 405 hezar ton bû. Lê di 2016an de ew rêje daketiye jêr 80 hezar ton. Niha armanc ew e ku ew jî li holê bê rakirin û debara çendîn bajaran li ber talûkeyê ye.

729 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
Mamoste | 2018-02-17 9:58:16 PM
Dest xweş.... Dest xweş. Bijî Kurdistan.
YPG: 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
| 17-2-2018 | (1)
Jaafar | 2018-02-17 11:31:20 AM
Walla wanine evinye raha min der ina ez kerme bire kal Xode je wi rasi nebit ye roja ewel evindari kri ax xa heta merne axxxx
| 17-2-2018 | (1)
Sofi | 2018-02-11 1:44:50 PM
Başe kanî mafê Kurdên Bakur? Li Başur û Rojavayê Kurdistanê mafê Kurdan heye ku xweî dewlet bin lê Lê Tirkî yê ti mafên Kurdan tûne be.
AZAD | 2018-02-17 6:00:30 AM
ji tunnebune çêtire lê gava hikumet dikevi deste tirka bave xwe bîr dikin u şerjedikin. îro wanî dipeyvi lê sive ewe jî wek decal tayip bibin.
Serokê Saadetê yê Amedê: Mafê Kurdan ê dewletbûnê heye
| 11-2-2018 | (2)
0.516 seconds