Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Li Stenbolê bo wefata Mam Celal merasim hat sazkirin

Ji aliyê Emîn Aba 6-10-2017
Rûdaw

Stenbul (Rûdaw) - Li Stenbolê ji bo rêzgirtinê ji rehmetî Mam Celal Talebanî, merasîmek ji hêla lawan û endamên YNKê hat sazkirin. Di vê merasîmê de bi dehan hemwelatî, rojnameger, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî hatin ba hev û peyamên sersaxiyê dan.

 

Mamê gelê Kurd, hevrê û hevalê rêberê nemir ê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî, pêşmergeyê şoreşger û pêşengek ji mezinên cîhanê, Celal Talebanî anko Mam Celal, di demekê de ku Kurd nêzîkî serxwebûnê bûne, koça dawiyê kir.

 

Hezkirîyên wî yên li Stenbolê bo nîşandana rêz û hurmeta xwe li hember vî kesayetê mezin ê Kurdistanê beşdarî di merasimekê de bûn.

 

Di vê merasimê de bi dehan hemwelatî, rojnamevan, parlamenter, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî beşdar bûn.

 

Cîgirê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrıkulu jî beşdarî merasima rêzgirtina li Celal Talebanî ya li Stenbolê bû.

 

Sezgîn Tanrikulu ji Rûdawê re axivî û got: "Di serî de ji malbata wî, ji hezkiriyên wî û ji gelê Kurd û Rojhelata Navîn re sersaxiyên xwe pêşkeş dikim. Kurd nirxekî xwe yê gellek hêja winda kir.Wî gellek berdêl da ji bo azadiya gelê xwe."

 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca jî ku beşdarî merasimê bibû, ji Rûdawê re ragihand: "Eger em bixwazin doza Mam Celal bijî, divê em hêviyên wî yên Rojhilata Navîn û çar perçeyên Kurdistanê bi nirxên netewî têxin jiyanê. Bi wê keda Mam Celal ez bawer dikim, emê bigihêjin vê armancê."

 

Seroka Giştî ya Partiya Zehmetkêşan (EMEP) Selma Gorkan jî got: "Mam Celal yek ji mezinên Kurdan bû ku dengê kurdan bi dunyayê da bihîstin. Koça wî ne tenê ji bo Kurdan di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn jî ziyanek mezin e"

 

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz li ser wefata Celal Talebanî ji Rûdawê re axivî û got: "Wendabûneke pir mezine ji bo kurdan. Siyasetmedarek mezin, dîplomatek mezin, rewşenbîreke mezin wenda bû. Rehma Xwedê lê be. Cihê wî biheşt be."

 

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Mesud Tek jî ragihand: "Mam Celal xebat e, Mam Celal berxwedan e, Mam Celal fedakarî ye, Mam Celal dîplomasî ye, lê berî her tiştî Mam Celal Kurd e û Kurdistan e."

 

Hunermendê ji Rojhelatê Kurdistanê Ezîz Weysî jî yek ji beşdarvanan bû. Ew bi goraniyên xwe her tim dilê xelkê şa dikir lê îro dilê wî bi kul bû û peyama xwe wiha ragihand:

 

"Xemekî memzin e bo milletê me. Ez serxweşiyê li hemû xelkê Kurdistanê û bi taybetî li hevalên Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê dikim. Hêvîdar im ku dawî xema netewa me be. Mixabin dema wê gelek gelek neguncaw bû. Xwezî wê demê koça dawî kiriba ku dewleta Kurdî bi çavên xwe dîtiba.

 

Merasim bi xwendina sureyên Qurana pîroz û xûleke rêzgirtinê bi dawî hat.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 8 demjimêr berê | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| 11 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.375 seconds