Enqere (Rûdaw) – Partiya desthilat a Tirkiyê AK Partî ji bo diyarkirina politikayên nû di bin serokatiyê serokomar Erdogan de kete kampê. Di kampê de guhertinên nava partiyê, xebat û politikayên hikumetê dê bên gotubêjkirin.
Giştpirsiya Herema Kurdistanê û helwesta hikumetê ya li dijî giştpirsiyê jî hinek ji mijarên vê kampe ne.
Partiya Dad û Geşepedanê (AK Partî), di nava xwe de guhartinan pêk tîne. Li ser daxwaza serokê giştî yê partiyê Recep Tayyîp Erdogan serokên çend şaxan û şaredariyan ji peywirên xwe dest kişandin. Tê payin ku di rojên peşiya me de ew prose berdewam be.
Şirovekarê siyasî Huseyîn Şeyhanlioglu ji Rûdawê re wiha got: “AK partiyê 3 caran xwe guherand. Cara ewilî, 2007-08an de em bêjin ên ji destê çep, ên lîberal wana bûn. Dengîr Firat yan jî nêzikî fikrên din bûn. Vana tasfiye kirin. Ya duduyan 2013-14an de tasviye kirin. Mesela Abdullah Gul, Bulent Arinç, yan jî ên nêzikî FETOyê tasfiye bûn. Ya asil jî niha çêdibe. Li hêlekê tasfiye çêdibe, li hêleke nû dibe. Nu avakirin çêdibe.”
Hikumeta AK Partyê bi awayekî tûnd li dijî giştpirsiya Herema Kurdistanê derdikeve. Yek ji mijarên ku tê niqaşkirin jî ew e ku gelo dê ev helwesta li ser dengdêrên kurd bandoreke çawa bike?
Serokê OPTÎMARê Hîlmî Daşdemîr jî got: “Yanî hinek pê dişkên, lê li gorî lêkolîneke me ya berê hilbijêrê kurd pir bi dewleteke Kurdistanê ya serbixwe ne qayîl in. Ez behsa kurdên nava Tirkiyê dikim. Pir bi dilgermî nanêrin. Bi giştî kurd bi jiyîna li Komara Tirkiyê kêfxeş in. Lê di warê maf û azadiyan de bêhtir dixwazin werin naskirin, dixwazin di warê çandî de bibin xwediyê bêhtir fersendan.”
AK Partî, ji bo diyarkirina politikayên nû bi beşdariya avakarên partiyê, rêveberên partiyê û parlamenteran li Afyonê kampekê saz dike. Qamp dê sê rojan bidome.