Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Bahçelî: Kerkûk wîlayeta 82 û Mûsil wîlayeta me ya 83ê ye

Ji aliyê RÛDAW 8-10-2017
Devlet Bahçelî
Devlet Bahçelî

Navenda Nûçeyan – Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê Devlet Bahçelî careke din li dijî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê axivî û got: “Ewlekariya Kerkûkê ewlekariya Enqerê ye.” Bahçelî got, ti hêz nikare pêşiya gotina 82 Kerkûk û 83 Mûsil rawest e. Baheçlî li ser operasyona Idlibê jî got: “Li Idlibê operasyonê dest pê kir, nexşe li serê Efrînê.”

 

Serokê partiya nijadperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî di civînekê bi navê “Dildarên Kerkûkê” de ji alîgirên partiya xwe re axivî û referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê weke “referandumeke korsan” bi nav kir.

 

Bahçelî got, ku li Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) lîstokek tê lîstin, fîgûranên vê lîstikê diyar in û îdîa kir, ku armanca lîstikê jî têkbirina ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê ye.

 

Devlet Bahçelî herwiha îdîa kir, ku bi referandumê nasnameya dîrokî ya tirkmenan tê jinavbirin û diyar kir: “Ewlekariya Kerkûkê ewlekariya Enqerê ye. Kerkûk bajarê tirkan e, niştîmanê tirkemanan e. Kerkûk çi be Stenbol ew e, Mûsil çi be Enqere ew e. Em dibêjin herî kêm 5 hezar netewparêz amade ne. Bila werin van dilên ji bo Kerkûkê lê dide bibînin.”

 

Bahçelî got: “Em dibêjin herî kêm 5 hezar netewperest li benda Kerkûkê ne. Em gotinên vala nakin, li ber xwe em naaxivin. Em dibêjin Mîsaqa Millî. Em dê heta nefesa dawiyê berevaniyê di ber niştimanê tirkmenan de bikin, em dê xwedî lê derkevin. Ti hêz nikare li pêşiya gotina 82 Kerkûk û 83 Mûsil bisekine. Eger em 84ê jî bêjin, dê dîn û har bibin. Ji bo me yekîtiya xaka Iraqê esas e. Divê em pêwendiyên xwe bi hikûmeta navendî ya Iraqê re bihêz bikin.”

 

Serokê partiya nijadperest MHPê derbarê operasyona Idliba Sûriyê jî got: “Operasyona Idlibê dest pê kir. Nexşe li serê Efrînê. MHP di vê operasyonê de piştgirî dide dewletê û hikûmetê. Li hember dijminan em yek in.”

 

Pêştir jî di 3ê vê mehê de, Serokê MHPê heman gotin dubare kiribûn. Bahçelî hinge jî gotinû, eger ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bilez ji şaşiyan nevegere û eger ku yekparçeyiya xaka Iraqê bikeve xeterê û biguhere, ew dê mafên xwe yên di çarçoveya Rêkevtinnameya Enqerê bi kar bînin.

 

Devlet Bahçelî gotibû, “eger şert û merc alîkar bin, dê Mîsa Millî vejîn bibe, piştî Duzce ya 81mîn dê ti hêz nekaribe li pêşiya gotina Kerkûk 82 û Mûsil 83 bisekine.”

 

Şîrove

 
Malabadéya Silivana Diyarbekiré | 8-10-2017
,Her kes dizane ku Quna te taziye.Bi salane gava ku mesele té ser Kurda Hewta Hewta te u aligerén we weki segén qudusin di hewtin ser Kurda. Her kes dizane ku tu Erdoganí u hefsaré te di desté Erdogan u AKP´de ye. Erdogan destek dide te ji buy ku carna te bide hewtandin u carna jí gava ku dilé wí bixwaze gúhé te li hev bade u ba$e édí li cíyé xwe runé..

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 9 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.656 seconds