Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Parlementerê HDPê li ser biryara YSKê: Destûra Bingehîn tê binpêkirin

Ji aliyê Şewket Herkî 11-4-2019
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) - Beriya hilbijartinan gelek caran mijara qeyûman dihat rojevê û dihat îdîakirin ku piştî hilbijartinan dê careke din qeyûm li ser şaredariyên HDPê werin tayîn kirin , lê niha 5 şaredariyên HDP bi biryara Desteya Bilind ya Hilbijartinan bêyî ku dest bi kar bikin ji wezîfeya şaredariyê bêpar man. Desteya Bilind a Hilbijartinan jî dibêje ji ber ku ew 5 şaredar berê bi biryarnameyan mafê karkirina wan ya fermî hatiye betal kirin.

 

Desteya Bilind  a Hilbijartinan a Tirkiyê biryar da ku belgenameyê nede 5 şaredarên HDP yên ku nû  hatine hilbijartin. Desteya Bilind ragihand ku her kesekî pêştir bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de ji wezîfê hatibin dûrxistin nikarin bibin şaredar. HDP jî ji Desteya Bilind daxwaz dike ku li wan navçeyan hilbijartin werin dubarekirin.

 

Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu  ji Rûdawê re diyar kir: “Em vê rewşê qebûl nakin. Niha destûra bingehîn tê binpêkirin. Xalên destûrê yên 10, 15, 67 û 76 niha bi aşkere tên binpêkirin. Xalên 67 û 76 di derbarê mafê berbijêriyê de ne û hukmên wan zelal in.”

 

Li aliyê din Desteya Bilind biryar da ku li şûna wan şaredarên kandîdê di rêza duyem de bibe şaredar ku her 5 navçeyan jî di rêza duyem de kandîdên Ak Partiyê hene.  Mijar heman demê di rojeve oposizyona sere CHPê de ye jî.

 

Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPê Ozgur Ozel diyar kir: “Dema ku kesek dibe berbijêr, Desteya Bilind dibêje  her kaxeza xwe ya stûpakîyê bîne. Her kandîdek diçe li dadgehê belgeya xwe tîne eger tawanek hebe jixwe nabe kandîd.  Lê desteya bilind  dibêje 'belê tu dikarî bibî kandîd wate mafê te heye werî hilbijartin' yan na ji bo çi bûne kandîd?”

 

Aliyên nêzîkî hikûmetê û Ak Partiyê jî her tiştî li gorî yasayê dibînin û piştgiriya biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan dikin.

 

Parlementera Berê ya Ak Partiyê Pinar Hacibektaşoglu dibêje: “Li gorî yasayê eger kesek bi biryarnameyeke di hikmê qanûnê de nikare bibe mamoste, heman demê nikare bibe şaredar jî. Desteya Bilind jî weke dadgeheke bilind li gorî vê yêkê biryar daye, biryar hemû partiyan bixwe ve digire ne tenê ji bo partiyekê ye.”

 

Li gorî biryara desteya hilbijartinan şaredariyên navçeyên Tuşba, Çaldiran û Artemêt ên Wanê, navçeya Tatos a Erziromê û bajarokê Dagpinar ê navçeya Dîgorê dikevin destê Ak Partiyê, li ser navçeya  Rezan a  Amedê jî heta niha biryara dawî nehatiye dan.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.328 seconds