Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Komîteya piştgiriya referanduma Kurdistanê li Enqerê dest bi hewldanan kir

Ji aliyê RÛDAW 11-8-2017
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) - Şandekê bi navê “Komîteya Piştgriya Giştpirsiyê” li Enqerê çend hevdîtinên giring pêk anî. Endamên şandê seredana Komeleya Mafê Mirovan û Komeleya Pizîşkên Tirkiyê kir û her du komeleyan jî piştgiriya xwe ji bo giştpirsiyê aşkere kirin. Şanda Kurdan di heman demê de ji aliyê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû ve jî hate pêşwazîkirin û Kiliçdaroglu nêzîkî 45 deqan hevdîtinek bi şandê re kir. 

 

Komîteye piştgiriya referanduma Herêma Kurdistanê li Enqer di gel çend saziyan civiya. Endamên komîteyê destpêkê seredana komeleya mafê mirovan IHDê kirin. Piştî hevdîtinên xwe endamên şandê daxuyaniyek belav kirin.

 

Berdevkê Însiyatifa Azadî, Sidkî Zîlan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em derdê gelê Kurdistanê îzah dikin. belkî ji ber şertên Tirkiyê biraderên me nikarin xwe bigehînin her derê, em jî ji bo piştgriyê rola xwe ya tarixî dilîzin.”

 

Endamên Komîteyê di heman demê seredana Komeleya Pizşkan jî kirin û ji bo giştpiriyê piştgirî xwest.

 

Serokê PDK Baku, Sertaç Bucak ji Rûdawê re got:“Eleqeyeke mezin ji bo referaduma serxwebûna herêma Kurdistanê heye. Me dîtin û helwesta xwe aşkere ji wan re got. Me bi taybetî daxwaz kir ku ew bibin çavdêr.”

 

Komîteya piştgiriya giştpiriyê li navenda giştî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji aliyê serokê partiyê Kemal Kiliçdaroglu ve jî hatre pêşwazîkirin, lê hevdîtina bi CHPê re dûrî çavê kamerayan pêkhat.

 

Sekreterê Giştî yê PSKê, Mesut Tek ji Rûdawê re behsa hevdîtina şandê bi Kemal Kiliçdaroglu re kir û got: “Em îro hatine vir, me bi Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel hevdtînek çêkir. Me li ser armanca referanduma kurdistanê bîrûbaweriyên xwe ji wan re aşkere kirin. bi giştî hevdîtin baş bû.”

 

Şandê herî dawî seredana Nûneratiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Tirkiyê jî kir û bi nûnerê PDKê Omer Mîranî re civiya.

 

Nûnerê PDKê yê li Tirkiyê, Omer Mîranî jî diyar kir: “Rastî bi erkekî nîştimanî rabûne. Ew çi bikin kêm e ji ber erkekî niştîmanî ye. Ji bo me gellek piştivaniyeke bi hêz e. pitir xelkê me xebat dikin ku li xwe û welatê xwe xwedî derkevin.”

 

Di şanda komiteyê de siyasetmedarên  weke Mustafa Ozcelîk, Sertac Bucak, Sînan CiftYurek, Mesut Tek, Sidkî Zîlan û çend kesayetiyên din ên kurd cih digirin.

Şîrove

 
Bernas | 12-8-2017
Divê hemû partî bibin yek. Hînge sempatîya mîrov çêdibe, morala xelkê bilind dibe.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
Rastgo | 2017-08-11 4:39:02 PM
Komelgeha serxwebûna xwe dabîn neke, nikare geshbûna xwe destbixe.Tenya dewletbûn dikare rêya geshbûna komelgehî û hemû pêkhatên Kurdistanî...
Baran B | 2017-08-12 6:11:31 PM
Gelê Kurd u damodezga û desthelata kurd bo pirsa giştpirsîyê nabe guhê xwe bidet şîretên çi welatan,çi hêzan çi kesan û nek her guhê xwe nedene...
Tillerson daxwaza paşxistina referandumê kir, Barzanî razî nebû!
| 11-8-2017 | (3)
Bernas | 2017-08-12 5:02:24 PM
Bona helweste xwe ye "nayenî" li beheneyan digerin. Gorbaçow got. " Kî dereng me, dîrok wî efû nake". Hevalbendên neyarê Kurd yê bi navî Malîkî xwe...
Goran daxwaz dike ku giştpirsî were paşxistin
| 12-8-2017 | (1)
lolozano | 2017-08-12 4:35:34 PM
Li gorî,daxweza Tevgera Gorranê,Herêm di rewşeka aloz de derbaz dibet.Merema min Doza ku qedera Miletê Kurd li xwe digre,Gorran bi Nanê jîyaneka xweş...
Tevgera Goran biryar da li gel PDKê bicive
| 12-8-2017 | (1)
0.36 seconds