Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Erdogan bo Amerîkayê: Em dê li dost û hevpeymanên nû bigerin

Ji aliyê RÛDAW 11-8-2018
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku divê Amerîka qebûl bike ku Tirkiye xwedî alternatîv e û eger vê bêrêziyê neguherînin ew dê li dost û hevpeymanên nû bigerin.

 

Recep Tayyip Erdogan nivîsek ji bo rojnameya New York Times nivîsand û ragihand: “Pêngavên Amerîkayê ku li dijî Tirkiyê diavêje, dê zirar bide berjewendî û ewlehiya Amerîkayê.”

 

Erdogan diyar kir: “Eger yekalîbûn û bêrêziya xwe neguherîne, em dê dest bi lêgerîna dost û hevpeymanên nû bikin.”

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nivîsa xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku Tirkiye 60 sal in hevpeymana stratejîk a Amerîkayê û NATOyê ye û gotiye: “Tirkiye bi salan çi wext pêwîst bibe, ber bi alîkariya Amerîkayê ve beziya. Leşkerên me li Koreyê bi hev re şer kirin.”

 

Erdogan herwiha diyar kiriye ku Amerîka nîgeraniyên xelkê Tirkiyê fêm nake û rêz lê nagire.

 

Recep Tayyip Erdogan di nivîsa xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku Tirkiyê bi rêkeftineke dualî daxwaza vegerandina Fethullah Gulen kiriye, lê derbarê vê daxwazê de ti pêşketin çênebûye.

 

Erdogan herwiha destnîşan kiriye ku yek ji pirsgirêkên peywendiyên Enqere û Waşingtonê jî ew e ku Amerîka piştgirî dide PYD û YPG û gotiye: “Li gor texmînên rayedarên Tirkiyê, di van salên dawî de Waşingtonê ji bo ku ji PYD/YPG re çek bide, 5 hezar kamyon û 2 hezar balafirên kargoyê bi kar anîne."

 

Recep Tayyip Erdogan dibêje: "Hikûmeta min ji rayedarên Amerîkayê re çendîn car nîgeraniyên xwe yên dana kelûpelan û perwerdeyê bo hevpeymanên PKKê yên li Sûriyê, parve kirin. Lê mixabin guh nedan gotinên me û herî dawî çekên Amerîkayê ji bo armanckirina xelkê me yê sivîl û hêzên me yên ewlehiyê yên li Sûriye, Iraq û Tirkiyê hatin bikaranîn.”

 

Serokomarê Tirkiyê diyar kiriye ku "di van rojên dawî de Amerîka bi hinceta girtina welatiyê Amerîkayê Andrew Brunson ku bi alîkarîkirina rêxistineke terorê tê tohmetbarkirin" li dijî Tirkiyê gelek pêngav avêtine û dibêje:

 

“Tevî ku min di gelek civîn û axaftinên xwe de Donald Trump hişyar kir, li şûna ku rêz li pêvajoya hiqûqî bigre, Amerîka li dijî miletekî dost gefên ku ji hedê xwe derbas dike belav kir û li dijî gelek endamên Encûmena me ya Wezîran dorpêç sepandin. Ev biryar, biryareke ku nayê qebûlkirin e, bê mentiq e û herî dawî zirar dide dostaniya me ya demdirêj.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 21 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
0.359 seconds