Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Li Îzmirê rewşa koçberên Roajvayê Kurdistanê xirab e

Ji aliyê RÛDAW 12-1-2017
Rûdaw

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Foçaya Îzmîrê, li Tirkiyê, ku navçeyeke geştûguzariyê ye, nêzîkî 600 penaberên sûrî, ku piraniya wan kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, bi awayekî perîşan û hejar dijîn.


Li gorî axaftina wan penaberan destpêka 11 malbat çûne navçeya Foçayê, lê niha 120 malbatên penaber li vê derê dijîn, ku nêzîkî 600 kesî ne.


Penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê, di nav malên xirab û nîv hilweşayî de, dimînin. Di hin xaniyan de bêhtir ji 40 penaberî dijîn. Eger malbatek ji 7 kesan pêktê di odeyekê de bijîn, ew weke ku di jiyana pir luks de dijîn, têne diyarkirin.


Piraniya odeyên van xaniyan, dema barîna berf û baranê, dilopan dikin, lewma xelkê ew bi naylonan pêçane.


Ava gemarî li kolana diherike. Zarok jî dilîzin. Zarokên penaberên Rojavayê Kurdistanê bi pêlavên kevin û qetiyayî digerin. Hin ji wan jî bê pêlav in.


Ewqas mal li ser yek tankera avê dijîn. Yek destavgehê bikar tînin, û çend ben li orta hewşê girêdayî ne, cilên xwe li ser radixin.


Her bi gotina, ew ne ji bo ku cil ziwabibin li ser van benan radixin, ji ber ku niha baran tê, lê belê ji bo ku li ber baranê bêne şûştin ew wan radixin.


Mêr û hin jinên van malbatên penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê di xebatên demsalî de yan li nav hin zeviyan kar dikin. Lê karê wan têra nîvê xerciya jiyana wan nake û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.


Piştî belavbûna van dîmenan rayedarên şaredarî û navçeya Foçaya Îzmîrê ragihandibûn ku ewê hinek alîkariyê bi van penaberan re bikin, lê heta niha hêj ew ragihandin weke gotinê maye, neketiye warê praktîkê.

Nîşankirin :
608 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Dilxwaz | 2017-03-26 12:32:31 AM
Ma Salih Mislim ê wan li kuye? Tirka got em wî bibînim, em ê wî bigirin û ji wî caxîde windaye û kes jî lê napise û qala wî nake. "Min meraq kir,"
ENKS PYDê bi revandina endamê xwe tohmetbar dike
| Duh vî demî 11:42 | (1)
Rastgo | 2017-03-20 8:26:24 PM
Kekê Ziryan, pêwiste tu bibêjî, ma kîjan partî ji ya din zêdetir berjewendiyên kurd diparêze (1), herwiha chima (2). Ji bilî vê divê tu kêmasiyên...
Ferzende | 2017-03-25 8:10:44 PM
Ev pkk ya komunîst ji xwe û fikra xwe pêve tu kesî qebûl nake. Bela ye bela... Bela û musîbeta serê Kurda ye... Heyfa Berzanî bi van musîbetan...
‘Aştiya sar’ a PDK û PKKê
| 19-3-2017 | (3)
Sofi | 2017-03-25 7:49:33 PM
Ji bona xatirê Xwedê herin li mala xwe runin û bes bibin bela serê gelê Kurd, belkî hinek camêrên nu derkevin bêyî kongirên ku her demê wun di bin...
PDK Bakur bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye
| Duh vî demî 08:03 | (1)
Bernas | 2017-03-25 1:55:51 PM
YNK/Hero xwe bi zanahî didin alîyekî, bi serda jî kem-kumî dikin, “…çi pêwîstî bi me û alîyên din heye…”. ‘û, û, û. Bavê min, hûn ne partîne ?...
Fazil Mîranî: Ji bo rêkevtinê em li benda YNKê ne
| 16-2-2017 | (1)
0.25 seconds