Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Li Stenbolê pêşangeha berhemên sirûştî hat vekirin

Ji aliyê Rawîn Stêrk 12-1-2019
Ji gelek welat û gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berhemên ku bi şêwe û mercên sirûştî, bê derman û destkarî hatine berhemanîn têne pêşkêşkirin

Stenbol (Rûdaw) - Pêşengeha kelûpel û berhemên xwezayî, tendurist û natûrel li Stenbolê 9emîn car dest pê kir. Ji gelek welat û gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berhemên ku bi şêwe û mercên sirûştî, bê derman û midaxale hatine berhemanîn têne pêşkêşkirin. Sektora ku di vê çarçoveyê de hewla geşbûnê dide, li jêr heman sîwanê bang li welatiyan dikin ku bêhtir qîmetê bidin tendurustiya xwe û berhemên natûrel bikar bînin.

 

Pêşengeha her cûre berhem û hilberînêriya xwezayî ye. Exsponature'19 ku hejmareke zêde kompaniyên vê qadê li xwe digire, des pê kir. Yosef Teklî jî ta ji Etîyopyayê hatiye û danasîna berhemek xwezayî ya welatê xwe dike. Morînga ji bo welatê wî berhemek gelekî girîng e. Di gelek corên xwarinê de tê bikaranîn û bo sihetê gelek fêdeyên wê hene.

 

Yosef Teklî ji Rûdawê re diyar kir: “Morînga girîngtirin berhema Etiyopyayê ye. Sedî sed organîk û orîjînal e. Ji bo şekir û stresê gelekî baş e. Herkes dikare bikar bîne.  Ji bo gelek nexweşiyan baş e û Etiyopya gelek sûdê jê werdigre.

 

Beşdarê pêşangehê Nîhat Eser jî eşkere kir: “Hemû berhemên me temamî sirûştî ne û em hemûyan li gund bixwe çêdikin. Binêrin ev acukaya me ji 41 corên baharatê tê çêkirin. Berhemek taybet û bi şîfa ye. Naşibe yên ku li marketan tên firotin. Binêrin ew ji bo hemû nexweşiyan derman e.”

 

Armanca pêşangehê ew e ku hişmendiya bikaranîna berhemên organîk zêdetir belav bibe. Weke hemû cîhanê li Tirkiye jî ew trend her geş dibe. Derman, her cor xureka ku bi destan û di mercên xwezayî de tên amadekirin li fûarê têne nîşandan. Ji ber ku amadekirin zehmet e û rêjeya van berheman hinekî kêm e, bihayê wa jî piçekî zêde ye.

 

Beşdarê pêşangehê Erol Turan Findik destnîşan kir: “Serê her tiştî sihet e. Divê em bawer bin ku em tiştên erzan û bê qelîte nexwin. Garantiya sihetê tine. Rast e ku biha ye lê wekî din jî maliyeta me dernakeve. Divê em baldar û zanebin di warê tenduristiya xwe de. Sihet girîng e.”

 

Mehmet Yangin jî dibêje: “Çima buha ye tu zanî? Hûn zanîn tiştên organîk di hemû astan de bi destan tê çêkirin. Ji zeviyê bigire heta tê vir. Tu ti derman bikar naynî, keda wê zêde ye û hindik dertê.”

 

Pêşengeha ku ji Rûsya, Srî Lanka, Hîndistan û çend welatên din jî kompanî beşdar in, alternatîfên cihê jî pêşkêşî xelkê dike. Amûr û aletên amadekirina berhemên xwezayî jî li vir têne nîşandan. Pêşengeha ku dê 3 rojan berdewam bike eleqeyeke germ dibîne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 23 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| Duh vî demî 07:29 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.328 seconds