Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

HUD-PAR : Tirkiyê li Efrînê şerê YPGê nake!

Ji aliyê RÛDAW 12-2-2018
Zekeriya Yapicioglu
Zekeriya Yapicioglu

Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu derbarê êrişên Tirkiyê yên bo ser Efrînê de got: “Di rastiyê da Tirkiye li wir bi YPG û PKKê re şer nake. Ji ber ku ew hêzên bejayê yên Amerîkayê ne. Ew leşkerên  Amerîkayê ne."

 

Serokê Giştî yê HUDA- PARê Zekeriya Yapicioglu li kongreya asayî ya parêzgeha Bursayê ya partiya xwe axifî û got: "Me di serî da got. Xwezî pêwîst nebûya ku operasyona Efrînê bê kirin. Xwezî rewş nehata vê astê. Operasyona Efrînê çima dest pê kir?”


Di berdewamiya axaftina xwe Yapicioglu wiha axifî: “Qaşo Amerîkaya ku dost û hevkar e got, 'Ezê artêşea sînor a 30 hezar kesî ava bikim.' Rayedarên hikûmeta me jî gotin ma ev çawa dostanî û hevalbendî ye? Gotin, 'Wiha nekin heger na emê bên û lêdin' û ketin Efrînê.”


Yapicioglu şervanên Yekîneyên Parastina Gel wek leşkerên Amerîkayê bi nav kir û wiha pê de çû: “Di rastiyê da Tirkiye li wir bi YPG û PKKê ra şer nake. Ji ber ku ew hêzên bejayê yên Amerîkayê ne. Leşkerên Amerîkayê ne. Ma ne Amerîkayê ew perwerde kirin, çek da wan, hedef nîşanî wan da û got, 'here lêde'. Ew jî çûn û wan lê da. Pirsgirêk çi ye, pirsgirêk ew e ku Amerîka piştgiriyê dide wan. Pirsgirêk Amerîka bixwe ye."

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.64 seconds