Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Konferansa Otomotîvê ya Cîhanê birêve diçe

Ji aliyê Rawîn Stêrk 12-10-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Qada otomobîl û bingehên wê yên teknolojîk li Stenbolê di nava nîqaşan de ye. Konferansa Otomotîvê ya Cîhanê bi beşdariya ji dehan welatan li hev kom bû.


Konferansa Otomotîvê ya Cîhanê bi boneya nirxandina trendên nû û geşedanên global yên vê sektorê û bi beşdariya aktorên gerdûnî birêve diçe. Konferansa ku li Stenbolê wê du rojan bidome, teknolojiya robotîk, trendên dijital û bandora wê ya li ser endustriya Tirkiye û cîhanê dibe cihê gotûbêjan.


Di konferansê de pêşketina teknolojiyê û bikaranîna wê ya di otomobîlan de û herwekîdin polîtîkayên vê sektorê yên gerdûnî têne guftigokirin.


Rêvebira Îtelligencê Gokçe Çîçek Elçî ji Rûdawê re wiha got: “Bi taybetî veguhestina dijîtal û dînamîkên serdema me mijarên sereke ne di vê konferansê de. Em di sektora otomotîvê de kompaniyeke gerdûnî ne û li 24 welatan kar dikin. Kompaniyên ku sektora cîhanê kontrol dikin li vir in. Teknolojiyên nû berdewam in ku vê sektorê jî bikêşin asteke nû û balkêş.”


Di wê konferansê de ku îsal 4mîn car tê lidarxistin zêdeyî 50 kesên ku li qada otomotîvê xwedî biryar in gotarên xwe pêşkêş dikin. Ji 40 welatî kompanî beşdar in û mijareke sereke ku herî zêde balê dikêşe jî prîntirên 3D ne.


Ji SPV Productê Poul Heiden jî got: “Teknolojiya prînterên 3D êdî li her beşa jiyanê destpêkiriye ku derkeve pêşberî me. Bikaranîna wê ya di otomobîlan de jî destpêkiriye û ew dibe şoreşek. Ewê berê sektora otomobîlan jî berev bi cihekî wisa ve bikêşe ku kes ne li bendê ye.”


Li Tirkiye zêdekirina baca seyareyan di rojevê de ye û hikumet dixwaze ji sedî 40 zêde bike. Naveroka konferansê jî bi ve hincetê giringiyeke din li xwe zêde dike. Herwiha 14 kompaniyên otomobîlan ku li Tirkiye kar dikin jî beşdar in di konferansê de.


Nûnerê BTAyê Mert Metîner diyar kir ku teknolojiya ku niha di destê wan de ye ya seyareyên formûle 1ê ye û wiha domand: “Helbet bingeheke digital di vir de hatiye bikaranîn û balkêş e. Gelek baş dibe ku ew teknolojî di seyareyên normal de jî bê bikaranîn.”


Di gotarên konferansê de sîstemên veguhestinê, elektrîfîkasyon, sîstemên tevgerê yên dijital, seyareyên bo şofêr û seyareyên ku bi karebayê duşixulin jî mijarên nîqaşan in. Herwiha di çarçoveya dîdariyê de bo danasîna projeyên nû û teknolojiyên dahatuyê jî beşeke taybet hatiye terxankirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 19-10-2017 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 19-10-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.375 seconds