Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsan gef xwarin û ragihand, ku di nêzîktirîn dem de ew dê pêgehên "terorîstan" li rojhilatê Firatê ji nav bibin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê li Serbazgeha Hêzên Komandoyên Taybet li parêzgeha Îspartayê beşdarî merasîma dabeşkirina pileyên leşkerî bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan di gotara xwe de got: "Di nêzîktirîn dem de dê pêgehên terorîstan li rojhilatê Firatê bêne jinavbirin. Li nav welat derbek dê li endamên rêxistina terorîstî were xistin, ku di dîroka xwe de nedîtibin."
Herwiha Erdogan derbarê Artêşa Tirkiyê de jî got: "Ligel wê kûdetaya ku di nav artêşê de çêbû, di dawî de bi piştevaniya gelê Tirkiyê û artêşê bi xwe, ew kûdeta hat têkşikandin û artêşa me roj bi roj bihêztir bû. Di operasyonên gelekî mezin de li navxwe û derveyî Tirkiyê de serkevtin bidest xist. Niha jî Tirkiye bi saya artêşa me bûye hevkêşeya hêzê li navçeyê û li ser astê cîhanê jî."
Tirkiye ji kontolkirina sînoreke berfireh a herêmên li aliyê rojhilatê Firatê ji aliyê hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nerazî ye û bi berdewamî gefa wê yekê dike, eger ku ew hêz ji rojhilatê çemê Firatê venekişin, dê êrişî wan bike.
Li ser heman mijarê, pêwnediyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê jî aloz bûne, ji ber Amerîka piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike. Herî dawî di 2ê Tebaxa îsal de Tirkiye û Amerîka derbarê herêma Minbicê de li ser nexşerêyekê li hev kiribûn û hinek ji aloziyên navbera herdu welatan kêm bibû.