Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Tirkiyê qeşe Brunson azad kir

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2018
Andrew Brunson serbest hat berdan
Andrew Brunson serbest hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha 2emîn a Cezayê Giran a Îzmîrê biryara 3 sal 1 meh û 15 roj cezayê zindanîkirinê da Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson û ji ber dema ku di girtîgehê de maye, biryara rakirina hepsa malê da û Brunson serbest hat berdan.

 

Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku bi tohmeta “hevkariya li gel FETO û PKKê” û “sîxuriyê” li mala xwe ya li bajarê Îzmîra Tirkiyê di hepsa malê de bû, îro cara 4emîn derdikete pêşberî dadgehê.

 

Rûniştina doza Brunson di derdora demjimêr 10:30a de dest pê kir.

 

Andrew Brunson, ku ji 25ê Tîrmeha 2018a ve di hepsa malê de ye, îro sibehê di derdora demjimêr 05:30a li gel gelek tevdîrên ewlehiyê ji mala xwe hat derxistin û bo Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Alîaga ya li bajarê Îzmîra Tirkiyê hat veguhastin.

 

Herwiha Norine Brunson, hevjîna Andrew Brunson û dîplomatê Amerîkî Jeffrey M. Hovenier jî bo şopandina dozê çûn Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Alîagayê.

 

Andres Brunson di 9ê Kanûna 2016a de hat girtin û di îdianameya wî de hat gotin, ku Brunson li ser navê qeşetiyê bi zanebûn û daxwaza xwe hevkariya “wan rêxistinên terorê” dike û karê sixurtiyê dimeşîne.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.875 seconds