Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Erdogan: Namîne hefteyekê emê Efrînê bi ser wan de hilweşînin

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got heger "teroristên” li Efrînê xwe radestî me nekin em dê bajêr bi ser wan de bînin xwarê û namîne heta hefteyekê dê encamên wê bibînin.

 

Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî 6emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe ya Elezîzê bû û gotarek pêşkêş kir.


Recep Tayyip Erdogan wiha got: “Me bi Operasyona Mertala Firatê korîdora terorî weke bi kêrê birrî. Bi operasyona Îdlibê jî ji aliyê rojava ve em vê korîdorê rûdixînin. Terorîstên li Efrînê heger xwe radest nekin, emê wir jî di ser wan da hilweşînin, bira ev yek wiha bê zanîn. Heta hefteyekê dê encamên wê bibînin.”


Erdogan Amerîka bi alîkariya çekan dide hêzên Kurdî tohmetbar kir û got: “Dema hûn cilên leşkerî li teroristan dikin û ala xwe li ser avahiyên wan de didaleqînin rastî nayên guhertin. Çekên we bi firokê û hezaran balhilgiran anîne herêmê, ji niha ve beşekî wan li  li bazarên deryasayî têne firotin. Beşeke ji wan jî li dijî me tên bikaranîn."


Ji aliyê din ve medyaya nêzîk Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand artêşa Tirkiyê herêma Efrînê girên li derdora gundên Celemê yê herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa yên Efrînê topbaran dikin.


Di heman demê de medyaya Tirkiyê jî ragihand ku artêşa wî welatî ji navçeyan Reyhanlî ya Hatayê baregehên Yekîneyên Parastina Sivîlan yên li Efrînê topbaran dikin.

 

Nîşankirin :
400 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.39 seconds