Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Partiya Seadat li ser operasyona Efrînê hişyarî da Enqerê

Ji aliyê Şewket Herkî 13-2-2018
Partiya Seadet ku tevgereke îslamxwaz a Tirkiyê ye, li dijî operasyona Efrînê derdikeve.

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha bi sedan kes ji ber ku li dijî operasyona Efrînê nêrînên xwe parvekirine hatine girtin, di demeke wiha de Partiya Seadatê bi zimanekî xurt nebe jî helwestekê li dijî hikumetê nîşan dide. Berpirsên Seadetê dibêjin desthilat lazim e ku xwe ji helwestên nijadperestane biparêze.

 

Di nav parlamentoya Tirkiyê de ji bilî HDPê çi dengên cidî li dijî operasyona Efrinê derneketine, lê li derveyî paralementoyê gotinên partiya Seadetê dibinê cihê karvedanan piştî ku serokê şaxa Amedê ya vê partiyê Fesîh Bozan nerazîbûna xwe anî ziman. Herwiha berpirsê karên derve yê wê partiyê Hasan Bîtmez jî hikumetê ji helwestên nijadperset hişyar dike.

 

Berpirsê Karên Derve yên Seadetê, Hasan Bîtmez ji Rûdawê re got: “Arîşeya herî mezin a welatê me jihevcudabûn e. Serokê me yê giştî jî behsa vê meselê dike.  bi heger û hecet û şeklî be jî nabe ku welatê me di nava agirekî, kirîzekê de were hêlan.  Belke îro çi ne be lê paşerojê ev mesele dikare bibe sedema aloziyên mezin.”

 

Milli Gazete weke rojnameya fermî ya Seadatê tê qebûlkirin û nûnerê wê yê Enqerê jî kesekî nêzîkî serokê partiyê ye û dibêje, nabe ku Efrîn bibe amûrê bangeşeya serokomarê Tirkiyê bo helbijartinên serokatiyê.

 

Nûnerê Millî Gazete yê Enqerê, Mustafa Yilmaz derbarê vê yekê de ji Rûdawê re da xuyakirin: “Lazim e ku em ev mesele weke amûrekê ji bo siyaseta navxweyî û amûrekî bangeşeyê nehê dîtin. Nabe ku mesele bi nêrînekî nijadperest û şovenî were dîtin. Nabe ku mesele di  kongreyên partiyan de ji bo zêdekirina kelecana alîgirên xwe were bikaranîn. Cihê gotêbêjkirina vê meselê lijneya ewlehiyê ye, ne kongre û civînên partiya desthilatê ye. Eger na, wê prose bikeve astengiyên mezin.”

 

Partiya Seadatê weke makepartiya AKPê tê zanîn lê heta niha gellek caran partiyê  û komeleyên nêzîkî wê  helwestên li dijî hikumetê nîşan dane.


Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, ku îro derbasî roja 25an bûye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 18 demjimêr berê | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| Duh vî demî 11:16 | (1)
Deniz Deniz | 2018-02-22 6:29:49 AM
Van rojname ji ber tirs, xof û berjewendiya aborî kurdî betalkirin. Rojnameya Welat a tekane li tirkiye weşana kurdî dike dewam dike... Ger zextên...
AZAD21 | 2018-02-22 6:44:01 AM
KA KÎ LI VIRA DEST WE DIDI? BALA XWE DIDIM PIRANÎYE ŞÎROVA TIRKÎ TÊ NIVÎSANDIN... WERIN HERGAV ŞIROVE XWE BI KURDÎ BINÎVSÎNÎN. ALÎYE TIRKÎ BITERKÎNÎN.
Rojnameyên Amedê rûpelên xwe yên Kurdî rakirin
| 22-2-2018 | (2)
Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| 21-2-2018 | (1)
0.297 seconds