Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

KADAV ji bo jinên koçber atolyeyeke rehabîlîtasyonê bi rêve dibe

Ji aliyê Rawîn Stêrk 13-9-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - KADAV ango Komeleya Piştgiriya Jinan ku li Stenbolê ye, ji bo jinên koçber ên Surî atolyeyeke rehabîlîtasyon û pîşeyî bi rêve dibe.


Bi dehan jinên ku ji nava dûxana travmaya şerî hatine Stenbolê bi saya vê atolyeyê him birînên xwe yên giyanî dikewînin û him jî fêrî pîşeyan dibin. Jinên penaber digihîjin wê derfetê ku giyan û jiyana wan normalîze bibe û ew ji rûtirşiya xwe ya penabertiyê rizgar bibin.


Gulistan Elîbozan ji Kobanî ye û dayîka 4 zarokan e. Piştî destpêka şerê ew jî weke bi hezaran jinên din ketiye rêya koçberiyê û dawiya dawî xwe spartiye Stenbolê. Ew ji şerî zirgar bûye lê jiyana nû ya li koçberiyê di nava reştariyê de destpê dike. Ta ku bi xwe digihîne ev komele û ve atolyeyê. Niha dilê xwe bi jiyanê ve wer girê daye, weke ku ewê heta heta li vir bijî lê weke ku ewê sibê vegere welatê xwe, ew dibê her tişt baş dibe lê hesreta welêt bêyî vegerê nayê kewandin.


Gulistan Elîbozan ji Rûdawê re wiha got: “Ez ji Kobanî me û em li Helebê dijiyan piştî şer em bi qaçaxî hatin vir. Zehmetî ji alî de hene. Hinekî zor e jiyana li vir. Bêguman em hemû dixwazin vegerin. Tu ji  vir ji kê bipirsî dixwazin ku tiştek bibe ku ew vegerin. Ê me derketin nîn e. Ez aîleyek bi tenê me. Em hatin vir hevalên me çêbûn. Em van tiştan çêdikin û piçkî jiyana me pê sivik dibe.”


Muşîra Sanna jî ji Îdlibê ye û jineke Ereb e. Hevserê wê li Misrêbûye û wê bi destê 4 zarokên xwe girtiye û xwe avêtiye vî alî. Daxwaza wê jî veger e lê cihekî vegerê jî bo wê nîn e.


Muşîra Sanna jî got: “Dema em hatin vir heqê nanê xwerinê jî bi min re tunebû. Me gelekî tehdayî dît lê xwedê deriyek l ime vekir. Eger şer bisekine ez dixwazim vegerim. Lê xanî û warên me tev wêran in. Dilovaniya Xwedê li ên mayî be. Tiştê ku li Surî bûye li tu welatekî nebûye.”


Zêdeyî 160 jinên koçber bi saya Komelaya Piştgiriya Jinan, li vê atolyeyê him rehabîlîte dibin, him jî fêrî pîşeyan dibin û pêdiviyên xwe dabîn dikin. Ew atolye bi piştgiriya Yekîtiya Ewropa û hin xêrxwazan birêve diçe û jinên koçber birînên xwe bi birînên hevûdin dikewînin. Xebata herî balkêş û encamdar e ku ji bo jinên penaber berdewam e.


Koordînatora Atolyeyê Încî Bacacı diyar kir ku tişta ku em li vir dikin rehabîlîtasyon e û wiha axivî: “Em wan bi hev didin naskirin û him di warê tenduristî û him jî di warê cinsî de em xizmeta şêwirmendiyê jî didin. 4 mehan carekê qefleyê me diguhire û jinên nû tên. Me di destpêkê de bebikên bê sûret çêdikirin. Ji ber ku dema ew hatin tû îfadeyek li rûyê wan tunebû. Ew matmayîbûn. Piştî ku li vir hev naskirin û hinekî normalîze bûn, rûyê wan guherî û îfadeyek hate rûyê wan. Wê demê me jî destpêkir û me bebikên bi îfade çêkirin. Em niha bebikên rûken çêdikin.”


Bahar Husên parêzer e. Wê li Surî fakulteya hiqûqê kuta kiriye û xelka Efrînê ye. Lê şer ne destûrname û ne jî qebîliyeteke din nas nake. Ew jî hatiye Stenbolê û ji bo ku jiyan berdewam bibe, berê xwe daye vê atolyeyê û fêrî karê tekstîlê dibe.


Bahar Husên jî anî ziman: “Min zanîngeh xilas kiriye. Min hiqûq xilas kir û ez hatim vir lê zimanê min tune. Min got ezê bielimin xiyatan û zimanê tirkî. Niha ez dixwazim vegerim ser karê xwe. Ez fêrî zimanê tirkî bûme û dixwazim wezîfek xwe bibînim û weke parêzer bişûxilim. Ez dixwazim şer li welatê me bi dawî bê û ez vegerim Efrînê. Em dixwazin xizmetê bajarê xwe bikin.


Berhemên ku ji alî jinan ve têne çêkirin, him bi rêya înternetê û him jî di mexezeya komeleyê de têne firotin. Pereyê ku berhev dibe jî li jinan tê vegerandin.


Ji bo jinên bi zarok, di bin bana vê saziyê de rewdayek jî hatiye vekirin. Jin zarokên xwe jî bi xwe re tînin û ew jî di rewdayê de him perwerde dibin û him jî fêrî ziman dibin.


Penaber Sîlva Ehmed jî got: “Navê min Sîlva ye ez dixwazim silavên xwe ji xalo re bişînim. Xalo li Qamişlo ye.”


Dîlva Kerim jî got: “Min bêriya Qamişlo kiriye û ez silavan dişînim.”


Komeleya Piştigiriya Jinan ango Kadav di sala 99an de piştî erdhêja mezin hatiye damezrandin. Lê niha ew gîhaye hewara jinên penaber. Ev atolye jî bi durûşma ‘Jin wetane ji jinê re’ hatiye destpêkirin. Ew di warê gelek mijarên din de jî xizmeta jinan bikin lê fermiyet destûrê nade. Ew jî di mercên heyî de alîkariya jinên ku tên dikin da ku ew omdiya xwe ji jiyanê qut nekin û rûyê wan ji nû ve bigihîje ken şadiyê.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.485 seconds