Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Li dijî cenazeya dayîka Aysel Tugluk êriş hate kirin

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
Cenaze ji gorê hate derxistin
Cenaze ji gorê hate derxistin

Navenda Nûçeyan – Li dijî cenazeya dayîka Cîgira Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk, Hatun Tugluk êriş hate kirin.

 

Dayîka Aysel Tugluk, Hatun Tugluk duh êvarê li Enqerê jiyana xwe ji dest da.

 

Xizm û hezkiriyên Hatun Tugluk, îro cenazeya wê anîn cemxaneya li navçeya Batikent a Enqerê.

 

Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay, Berdevkê HDPê Osman Baydemir û parlementerên HDPê beşdarî merasîma cenazeyê bûn.

 

Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Girtî ya Cûreya F ya Kandira ya parêzgeha Kocaeliyê zindanî ye, bi îzneke taybet, li gel cendirmeyan beşdarî merasîmê bû.

 

Ji bo veşartinê, cenazeya Hatun Tugluk birin Goristana Încekê.

 

Grûpeke ku li goristanê hatibûn ba hev, bi gotinên "Li vir cenazeya şehîdekî heye, emê rê nedin cenazeya terorîstan were veşartin" êrişî beşdarên merasîmê kirin.

 

Polîsên ku li goristanê bûn, ketin navberê. Piştî êrişa grûpa nêzîkî 50 kesan, cenaze ji gorê hate derxistin.

 

Wisa tê payîn ku cenazeya Hatun Tugluk ber bi Dêrsimê were veguhestin.

Şîrove

 
Serdar Budak | 14-9-2017
Dema ku ew gela(Tirk) tu rumeti ji bo mirî yên me nisan nade û em nikanin mîrî yên xwe li wê derê bin axkin,,wê cawa ew bi zindî yên me ra nîsan bide ???? Ew kurdên ku "Komara demokratik a Turkiye" diparêzin û dijayêtî ya xwe ji do devleta kurdi bi tûndï nïsan didin,dibê dubare bifikirin,sêbare bifikirin û bibêjin , GELO EM CI DIKIN. Heyya mala me nebe halê me her awa be ...
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

seranser | 2017-09-19 8:15:55 AM
Bi gotinên tirkan bawer nekin. Derewan dikin u dû re dibêjin em hatine xapandin.
Bernas | 2017-09-19 9:08:28 AM
Belé, belé, em dibín in, ka ew li cem we bixwe çawa huya dibe. Armanc ew e, "kurdino, nebin dewlet". wekí din hertist li ber lingén we ye, ango...
Çavuşoglu: Em amade ne garantoriya mafên kurdan bikin
| 13 demjimêr berê | (3)
Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| 23 demjimêr berê | (1)
cn | 2017-09-18 9:23:42 PM
begmoan tu de peshgerie le axa iraqe kei, beje bochi? serhendera ku kurdistan boie cehe kari bo terkya her terkya nerazibunaxo dyardeket. ev...
Çavuşoglu: Em gefên rasterast li Kurdistanê nakin
| Duh vî demî 11:04 | (1)
Bernas | 2017-09-18 4:51:15 PM
Dawí li koletí hat. Kurd édín wé qebúl nakin. Bes Tirkíye bo pesnúme xwe li hevpeymanekí digere. Bawer nakim, ku Fransa di vé qedße de ji wan re bibe...
Sherif | 2017-09-18 8:05:25 PM
Ci hevi di dijminde heye ji bili xerabye erdogan bici heqi navbenkaryawi qebule werankirna bakure kurdistane nebese?
Tirkiye û Fransa bo referandumê projeyeke hevbeş amade dikin
| Duh vî demî 06:17 | (2)
2.234 seconds