Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

ROJEVA TIRKIYÊ – Erdogan bo Amerîkayê: Em ne mixtacê we ne

Ji aliyê Rawîn Stêrk 13-10-2017
Stenbol

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyê rojeva sereke ya çepemeniyê krîza di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ye. Rojname daxuyaniyên tund ên Serokomarê Tirkiyê Erdogan derdixin pêş.

 

Rakirina vîzeyan bi gotarên nû tund û giran dibe

 

Krîza rakirina vîzeyan di roja xwe ya 5an de bi daxuyanî û gotarên nu berdewam dike. Dihate payîn ku ew krîz  hêdî hêdî berv bi çareseriyê ve biçe lê xuya ye ku mesele girîntir e ji para ku xuya dike. Daxuyaniyên nû jî didin xuyakirin ku krîz ji beşa xwe ya eşkere kûrtir e û egerî heye ku kûrtir jî bibe.

 

Piştî ku herdû wezîrên derve bi rêya telefonê axivîn dihate payîn ku gavên dîplomatîk yên bidawîanîna krîzê jî bên. Lê eşkere bû ku axaftina herdû aliyan ne li ser krîza vîzeyan lê li ser girtina keşeyekî ye. Li gorî îddiayan keşeyê ku li îzmirê bi tometa FETO li girtîgehê tê ragirtin hay ji hewla derbeyê hebûye.

 

Li aliyê din Berdevka Karên Derve yê DYAyê Heather Nauert di daxuyaniyeke xwe de ragihandin ku ew naxwazin mesafeyek di navbera Tirkiye û DYAyê keve û got em çaverêyî daxistina tansiyona vê mijarê ne. Nauert dibê Tirkiye şîrikek girîng yê NATOyê ye. Herwiha Got em çaverê ne ku ew xebatkarên me yên girtî jî bi parêzerên xwe re hevdîditanan pêk bînin û sozên ku hatine dayîn jî bi cî bên.

 

Gotara Erdogan

 

Serkormarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan piştî krîza vîzeyan cara duyem gotareke dirêj pêşkêş kir. Erdogan di gotara xwe de him DYA bi gotinên tund şermezar kir, him jî da xuyakirin ku wê ew krîz kûrtir bibe. Ji ber ku Erdogan dibê sedema her tiştî bihêzbûn û serîrakirina Tirkiye ye û ew ne qayîl in ji Tirkiyeya serdema nû. Erdogan parêzgerên 81 bajaran li hev kom kirin û li vir gotara xwe pêşkêşkir.

 

Di gotara Erdogan de wişeyên balkêş evbûn, ku wî ji Amerîkayê re got: Em ne mixtacî we ne. Eger balyozek DYAyê bi rêve dibe, gelekî heyf e. Aliyê ku mijarê mezin dike em nîn in. Mafê tu kesî nîn e ku dersên hiqûqê bide Tirkiye.”

 

Erdogan îdîa kir, ku dixwazin him ji hundir ve û him jî ji derve ve Tirkiye dorpêç bikin û herwiha got: “Ew dixwazin Tirkiye bikin weke şêrekî ku nêynûkên wî hatibin kişandin.1

 

Erdogan balkişande ser alîkariya Amerîkayê ya ji bo YPGê û got: “Korîdora terorê ji bo dorpêça Tirkiye ye. Em rê nadin korîdora terorê.”

 

Di gotara Erdogan de xuya dibe ku him sedemên vê krîzê û him jî encamên wê tiştên mezin in ji yên ku raya giştî dizane.

 

Ji alî nivîskarekî nêzî hikûmetê ve îdiayeke girîng: Piştî vîzeyan dora ambargoyê ye

 

Nevzat Çîçek ku nivîskarekî nêzikî hikumetê ye li ser ekranek televizyonê da zanîn ku krîza vîzeyan wê bi ambargoyê berdewam bike. Li gorî Çîççek îxtimal e ku DYA qedexeyê dêyne ser çûyîna 283 kesên ku nêzikî Erdogan in ya ji bo DYAyê.

 

Almanya jî amadekariyan dike

 

Di wê demê de ku krîza bi DYAyê re çareser nebûye, vêcarê behsa Elmanya tê kirin. Li gorî îdiayan Elmanya jî amadehiyan dike ku vîzeyan ji bo Tirkiye rake.

 

Die Welt

 

Rojnameya Die Welt dibêje, “Dem hatiye ku Berlîn wê yekê nîşanî Erdogan bide da ku ew dikare bi zimenekî din jî biaxive’. Die Weld dibê li hemberî girtina 11 welatiyên Elmanyayê çima Berlîn bêdeng e. Dibe ku li hemberî vê hemû fermanbarên diyanetê û 14 konsol paş de bêne şandin.

 

Li bajarekî sertraşîna bi amerîkî hate qedexekirin

 

Serokê Odeya Berberan ya Samsûnê li wî bajarî traşa bi navê Amerîkan Traşi ango por kurkirina bi tarza Emerîkiyan qedexe kir.

 

Manşetên Rojnameyên Tirkiye:

 

Yenî Şafak: Em Ne Mixtacî DYAyê ne

Star: Hunê Bielimin  Tirkiye ya Serbixwe

Sabah: Heyf e ku DYAyê Balyozek Birêve dibe

Mîllîyet: Em ne Mixtac in

Haberturk: Ne Balyoz lê Sîxur

Akşam: Heyf e Ku Hun Mane ji Balyozekî re

Vatan: Berpirs Zelal Dibin

Karar: Klîkek e ku Navbera Me Xira dike Heye

Aydinlik: Ji Erdogan Bo DYAye: Em ne Mixtacî we ne

BirGun: Qaşo Em Rikeberiya Rojava Dikin lê em Kayê ji Bûlarîstanê dikirin

 

Operasyona Idlibe

 

Operasyona Îdlibê bi beşdariya hêzeke leşkerî ya Tirkiye berdewam dike. 

 

Li gorî agahiyan piştî xebatên kifş û çavdêriyê, arteşa Tirkiye bi 12 seyareyên zirxpoş derbasî nava Îdlibê bûye. tê gotin ku heta niha 80 leşker bi wan seyareyan re gihîştine Îdlibê û di nava çend rojan de wê 40 leşkerên din jî bigihîjin wê herêmê.

 

Bûyera Li Mûxlayê

 

Beriya çend rojan li Bajarê Mûxlayê 6 gerîlayên PKKê hatibûn kuştin. Ew bûyer dibe sedema nîqaşan û gelek pirsên bê bersiv hene. Li gorî agahiyan di laşê wan kesan de tu nîşaneyên pêvçûn û şopên guleyan nîn in. Otopsî nehatiye kirin yan jî raporek li holê nîn e. Gumana înfazê heye.

 

Rojnameya Ozgûrlûkçû Demokrasî: Rojnameya Ozgûrlûkçû Demokrasî bal kişandiye ser kuştine 6 endamên PKKê li bajarê Mûxlayê û dibêje; “Hun li Mûxlayê çi vedişêrin?”

 

Sîstema Ezmûnan ya Zanîngehê Hate guhertin

 

Li Tirkiye xebatên ji bo guhertina ezmûnên bu ketina zanîngehan hate guhertin û navê nû yê vê sîstemê Ezmûna Saziyên Bilind e. Ew yek jî dibe sedema nîqaşan.

 

Posta: Wê ezmûn di rojekê de biqede

YenîBirlîk: YOK dibe sedema sergihêjiyê

 

Mijara destjikar berdana şaredarên AKPyî

 

Erdogan di dema vegera xwe ya ji Sirbîstanê li gel rojnamegeran axivî û got ew pêwistî û daxwazeke raya giştî ye. Erdogan ji bo Melîh Gokçek jî got divê weke şaredarê berê yê Stenbolê bike. Yanê dest ji kar berde.

 

Hurriyet: Bila weke Topbaş bikin.

 

Du anket: Anketa yekem di derbarê rêjeya dengan de ye. Li gorî îdiaya hin rojnameyan AKP bixwe anketek kiriye û li gorî wê rêjeya dengên AKPê niha ji sedî 34 e. Herwiha li gorî wê anketê HDP jî nikare bikeve parlemenê ji ber ku rêjeya dengên HDP li jêr sêdî 10ê ye.

 

Anketa duyem jî di derbarê penaberan de ye. İPSOSê encamên anketê ragihandin. Li gorî van encaman li Tirkiye ji sedî 77ê welatiyan ji veguhezîna piştî hatina penaberan ne xweşhal in. İPSOSê li 24 welatan heman lêkolîn kir .

 

Çalakiya Nobeta Edeletê ya parêzeran

 

Li Stenbolê bi hinceta girtina parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê her hefte li dadgeha Stenbolê ji alî parêzeran ve çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Lê vê hefte beriya ku parêzer dest bi çalakiya xwe bikin, cihê çalakiyê ango hundirê dadgehê bi detarjanê hate şilkirin û parêzeran çalakiya xwe li cihekî din kirin.

 

Cumhuriyet: Edelet dikare dadgehê paqij bike

 

Serfermandarê berê yê Tirkiye Îlker Başbûg li Dîwana Bilind tê darizandin. Başbûg ku di çarçoveya hewla derbeya bi navê Balyoz di girtîgehê de mabû destpê dike ku bê darizandin. Dadgehê ji bo daraza wî destûr ji serokwezeratê xwest.

 

Rexistina Şopandina Mafên Mirovî: Li Tirkiye êşkence tê kirin

 

Rêxistinê raporeke bi navê, “Li Tirikye êşkenceya polîsan û revandina xelkê” eşkere kir. Rapora ku ji 43 laperan pêk tê eşkere dike ku piştî hewla derbeyê di bin çavdêriya polîsan de êşkence tê kirin, mafên wan kesên ku têne desteserkirin binpê dibin û hin kes jî têne revandin. Li gorî raporê sala borî 150 hezar kes hatiye desteserkirin.

 

 

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 19-10-2017 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 19-10-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.172 seconds