Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Kurtulmuş: Tirkiye bêdeng biba gelek welatan dê referandûma Kurdan nas bikira

Ji aliyê RÛDAW 14-1-2018
Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş
Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş got, yek ji serkeftina herî mezin a Tirkiyê ew bûye, ku li hember referandûma Başûrê Kurdistanê bêdeng nemaye. Kurtulmuş da xuyakirin, ku eger Tirkiye bêdeng bimaya dê di nava demekî kurt de gelek welatan encamên referandûmê nas bikira.

 

Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş duh 13-01-2018, ji nûnerên Enqerê yên rojnameyên Tirkiyê re axivî û behsa peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir.

 

Li ser pirsa peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û helwesta Tirkiyê, Numan Kurtulmuş got: “Di dema referandûmê jî de hinek helwesta birêz Nêçîrvan Barzanî cuda bû. Wî ji bo welatê xwe encamên nerênî yên referandûmê jî didît. Bi taybetî jî dizanî, ku metirsiya xirabûna peywendiyên li gel Tirkiyê heye.”

 

Kurtulmuş destnîşan kir, ku di sala 2017ê de Tirkiyê di 3 mijaran de serkeftî bûye û diyar kir, ku yek ji wan jî helwesta Trikiyê ya li hember referanûma Başûrê Kurdistanê bûye.

 

Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê da xuyakirin: “Ya rastî referandûm ne tiştekî wiha bû, ku birêz Barzanî tenê biryar li ser dabe û gotibe de ka rabin em referandûmê bikin. Hinek welatên, ku em navên wan baş dizanin, ji wan re gotin de rabin bikin. Referandûm pêngaveke wisa bû, ku di hevsengiya herêmê de ti aktoreke herêmî piştgirî nedidayê.”

 

Numan Kurtulmuş eşkere kir, ku wê serdemê peywendiyên Tirkiye û Îranê û herwiha Tirkiye û Iraqê ne baş bûne lê ji bo astengkirina referandûmê welatê wî kariye wê nermiyê nîşan bide û di herêmê de bibe welatê diyarkirina rol û karan.

 

Kurtulmuş got: “Eger li wê derê referandûm bihata qebûlkirin û Tirkiye jî bêdeng biba, bawer bikin dê di demeke kurt de gelek welatan referandûm qebûl bikira. Ji lewra, guhertina vê yekê pêngaveke pir mezin bû.”

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

Şîrove

 
bimrekoledar | 14-1-2018
Bila ev rastî ji Kurdan û qasho serkirdeyên wan re bibe derseke gewretirîn û teqez neyê jibîr kirin, wekî Kurdan bi destên xwe,anî bi riya xayintiya serkirdeyên wek BAFÊL TALEBANÎ û hinekî din hemû heviyên dewletbûna xwe shikandin. Pêre jî quds xwe, Kerkûka rengîn, radestî dijminên tomerî kirin. Îcar mirov bi vê yekê heyirî nemîne, ma mirovê bi chi êdî heyirî bimîne!!!!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 20 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.5 seconds