Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

ROJEVA TIRKIYE – Erdogan ‘zeleya Osmaniyan’ nîşanî Emrîka dide

Ji aliyê Rawîn Stêrk 14-2-2018
Rawîn Stêrk

Stenbol (Rûdaw) - Operasyona Efrînê îro jî sereketirîn rojeva Tirikye ya mayînde ye. Televîzyon û rojnameyên vî welatî berdewam in li ser wêşanên xwe yên bi helwesta xwe ya roja ewil. Ji ber ku doh roja komcivînên partiyên di parlementoyê de bû, îro manşet û sernûçe bêhtir li ser gotara Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatine danîn.


Helwesta medya Tirkiyê ya fetihkarane li qada siyaseta vî welatî jî bi heman şêweyê xwe berdewam dike. Di komcivînan de Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî gef û gotinên giran li Emerîka û çend welatên din xwarin. Erdogan di gotara xwe de behsa zeleya Osmaniyan kir.


Erdogan di derbarê seredana fermandarên Emerîkî bo baregeheke HSDê wiha got, “Ewên ku dibên heke êrîşî me bikin emê bersiveke tund bidin, diyar e di emrê xwe de zeleya Osmaniyan nexwerine. Emê berdewambin li ser operasyonên xwe û heta ku em dawiya terorîstan neynin jî em ranewestin. Heke terorîstek li ku derê be emê bibînin û îmha bikin. Ewên ku li gel terorîstan radiwestin jî bila baldarbin da dema ku me lêxist bila ne li gel terorîstanbin.”

 

Erdogan di gotara xwe de gotinên giran li hemberî CHP û HDPê jî girtin.

 

Li ser medyayê mijareke din ku cihekî fireh ji xwe re dibîne jî ragêşiya bi Yûnanîstanê re ye. Salên dirêj in ku di navbera herdû welatan de li ser çend giravên biçûk ên di nava behra Egeyê de kêşeyek berdewam dike. Li gorî îdiayên Tirkiye careke din kêştiyên Yûnanîstanê xwestine nêzikî wan giravan bibin û li ser vê jî hêzên deryayî yên Tirkiye ew bi dûr xistine. Li ser mijarê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokwezîrê Yûnanistanê Alexis Cîpras jî bi rêya telefonê axivîn. Herdû welat tund in li hemberî hev.


Piştgiriya Emerîkayê ya digel HSDê berdewam e ku li qada siyaset û medyaya Tirkiye bibe cihê nirx û nîqaşan.


Bîlançoya roja 25an


Li gorî Arteşa Tirkiye heta niha hezar û 439 kes di çarçoveya êrîşa Efrînê de hatine kuştin û heta niha 53 cîhûwar hatine kontrolkirin.

HSDê jî bîlançoya 25 rojan eşkere kir. Li gorî HSDê di roja dawîn de 38 leşkerên tirk û endamên arteşa azad hatine kuştin.

 

Manşetên Rojnameyan

 

Hurriyet: Di sengerê de 14ê Sibatê


Ev çîroka roja valentîn e. Hakan Yildiz ê ku li Şirnexê leşker e, di sîperê de nameyek bo destgirtiya xwe nivîsî.

 

Sabah: Zeleya osmaniyan nexwerine


Erdgona got: “Xuya ye ewên ku dibên eger êrîşî me bikin emê bersivek tund bidin,  di jiyana xwe de kulma osmaniyan nexwerine.”

 

Sozcû: Teklîfa di derbarê dayîna deynê şehîdan de 2 salin li parlamentoyê ye


Mehmet Parsak parlemenê MHPê beriya 2 salan teklîfek pêşkêşî parlemenê kir. Lê ew teklîfa ku dê malbatên şehîdan aram bike li parlemenê radiweste.


Milliyet: Zeleya Osmaniyan Nexwerine


Serokomar Erdogan got: “Ên ku dibên heke êrîş bikin emê bersivên tund bidin, diyar e kulma osmaniyan qet nexwerine”


Haber Turk: ÎHAyan dît F16an lêxist


“ÎHAyan koordînatên terorîstên ku rokêtan bo nava Tirkiyê diavêjin dan F16an jî lêxist û baregeh îmha kir.”

 

Posta: Ege germ bû


Erdogan hişyarî da Yûnanîstanê: “Efrîn ji bo me çi be mafên me yên li Ege û Behra Spî jî ew e. Ji hedê xwe dernekevin.”

 

Yenî Şafak: Tu bi Çi Rûyî Têyî


“Emerîka ya ku bi Operasyona Efrînê kete nava panîkê, piştî şêwirmendê ewlehiyê vêcarê wezîrê karên derve dişîne Enqere. Raya giştî meraq dike bê ka ewên ku piştgiriya terorîstan dikin û hemû sozên xwe derew derketine bi çi rûyî têne Tirkiye.”

 

Star: Diyar e we Zeleya Osmaniyan Nexweriye


“Serokomar Erdogan hişyariyeke dîrokî da Emerîka ya ku piştgiriya PKK/PYDê dike: Eşkere ye we qet kulma osmaniyan nexweriye.”


Cumhuriyet: Daraz heye edelet nîn e


“Îstatîstîkên dadgeha destûra bingehîn jî binpêkirina mafan radixe ber çavan. 2 hezar û 536 îhlal hatine kirin.”


Karar: Bo Washingtonê bersiva bi zele


“Piştgiriya Pendagonê ya digel YPGê tevî hişyariyên Tirkiye, kir ku pêwendî bên asta qutbûnê. Piştî peyamên ku di nava 2 rojan de bo DYAyê hatin dayîn, hişyariya di asta herî bilind de jî ji Erdogan hat. Diyar e ên ku dibên emê bersiva tund bidin di jiyana xwe de kulma osmaniyan nexwerine.”


Yenî Bîrlîk: Efrîn, Qibris û Ege yek e


Serokomar Erdogan: “Tirkiye, hemû mafên xwe yên ku ji hiqûqa navdewletî tên şopandine û wê bişopîne. Ji bom e Efrîn çi be, Ege û Kibris jî ew e.”


Akşam: Zeleya Osmaniyan nexwerine


“Serokomar Erdogan bo ew generalê Emerîkî ku gotibû heke êrîşî me bikin emê bi tundî bibersivînin got: Eşkere ye kulma osmaniyan nexwerine.”


Guneş: Ottoman Slap


“Erdogan hedê fermandarê Emerîkî Funk nîşanî wî da ku gotibû heke êrîşî me bikin emê bersiva tund bidin: Van di jiyana xwe de zeleya Osaminyan nexwerine.”


Akît: Van zeleya Osmaniyan nexwerine


“Ji Erdogan bersiva dîrokî bo Emerîkaya kanc ya ku piştgiriya terorîstan dike.”


Vatan: Tam îsabet


“Bayraktar, ÎHA ya netewî terorîstên ku li nava Efrînê top diavêtin Tirkiye tespît kir û F16an jî lêxist.”


Takvîm: Zeleya Osmaniyan Nexweriye


“Erdogan bibîrxist ku dê baregehên terorîstan ên li Iraq û Sûriye bêne îmhakirin. Ên ku li Minbîçê piştgiriya xwe nîşanî YPGê dane jî ew gotin got.”


Ortadogu:  Bila herkes lingê xwe li gor nivîna xwe dirêjke

 

Mîlat: Gelo te kulma Osmaniyan xwariye

 

Diriliş Postasi: Kulma Osamniyan bes e

 

Ozgurlukçu Demokrasî: Berxwedanê Denge Têkbir


“Li Efrînê jî eynî weke dema Kobanî pêvajoyê ne hêzên mezin lê hêza herî mezin ango gel diyar dikin. Desthilata MHP-AKP ya ku 25 rojin li berxwedanê qelibî ye û nikare pêşve biçe, dema ji cîhanê dengên cihê derketin vêcarê destpê kir ku li Ege û hin derên din krîzan derxe.”


Anket


AG: Ji sedî 90 xelkê Tirkiye êrîşa Efrînê di cî de dibîne û piştgiriya wê dike.


Serpîl Kemalbay hate destgîrkirin

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
209 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
0.484 seconds